
Ji welêt dûr lê dil nêzik: Komeleyên Kurdan alîkariyê digihînin Rojava
.
Kurdên li diasporayê, bi hezaran kîlometre dûrî welatê xwe, bi rêya komeleyan piştgiriya xwe ji bo xelkê li Rojavayê Kurdistanê didomînin.
Li gelek bajarên Almanyayê, komeleyên Kurdan kampanyayên komkirina alîkariyê bi rê ve dibin û hewl didin ku barê xelkê hejar sivik bikin.
Li bajarê Leverkusenê, Komeleya Kurdan ji sala 2017an ve bi awayekî rêkûpêk alîkariyê kom dike û dişîne.
Berpirsê Komîteya Alîkariyê ya komeleyê Casim Îsmaîl diyar dike ku wan mekanîzmayeke taybet ava kiriye.
Îsmaîl dibêje, "Me komîteyeke alîkariyê heye. Her sê mehan carekê em pereyan ji endamên xwe kom dikin û bi rêya tîmeke ji 10 endamên xwebexş ên li Rojavayê, em van alîkariyan ji Efrînê heta Dêrikê li malbatên hewcedar belav dikin."
Ev ruhê hevkariyê ne tenê li bajarekî sînordar e. Li bajarê Bochumê jî Komeleya Ronahiyê bi heman awayî çalak e.
"Ne tenê alîkariyeke madî ye peyameke piştgiriyê ye jî"
Berpirsa Rêveber a Komeleya Ronahiyê Xunav Hacî amaje dike ku piştî bûyerên li Serê Kaniyê, wan wekî komele soza alîkariyê daye û dest bi komkirina diravan kiriye.
Xunav dibêje, "Ji bo me her qutiyeke ku em dişînin ne tenê alîkariyeke madî ye, di heman demê de peyameke piştgiriyê ye ku em ji xelkê xwe re dibêjin hûn ne bi tenê ne."
Li gel van hewldanên mezin, pêvajoya gihandina alîkariyê ne hêsan e.
Xwebexşên wekî Ebdul Mistefa yê li Rojavayê Kurdistanê tevî hemû zehmetiyan, van emanetan digihîne malbatên hewcedar.
Lêbelê, li ser erdê pêdivî ji alîkariyên ku tên şandin gelek zêdetir in.
Hin welatiyên li Rojavayê Kurdistanê gilî dikin ku alîkarî bi awayekî wekhev belav nabin û nagehîjin destê hemû hejaran.
Xûlî Şêxmûs, welatiyeke ji Rojavayê Kurdistanê serpêhatiya xwe vedibêje û dibêje:
"Rêxistinek hebû ku alîkarî belav dikir lê dema ez çûm navê min nehat tomarkirin. Em nizanin çima hin kes tên jibîrkirin."
Ji Almanyayê heta Rojavayê Kurdistanê pireke alîkariyê hatiye avakirin û hewldan bê navber didomin.
Lêbelê, pirsa bingehîn ew e ku gelo pêwîstî bi çi mekanîzmayan heye da ku ev alîkarî bigihîjin her kesê hewcedar û li ser rê rastî astengiyan neyên.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin