Ji Tel Avivê heta Ceddeyê- Hoşyar Sîweylî*

Ji Tel Avivê heta Ceddeyê- Hoşyar Sîweylî*

.

A+A-

Hoşyar Sîweylî

Serdana Serok Biden bo Rojhilata Navîn roja Çarşem 13.07.2022 dest pê kir û du rojan dom dike. Diçe Îsraîlê û serdana Filistînê dike û dibe yekem serokê Amerîkî jî ku rasterast ji Tel Avivê here Erebistana Siûdî û li Ceddeyê datîne ji bo civîna bi desthilatdarên Erebistana Siûdî re û beşdarîkirina di civîna Encûmena Hevkariya Kendavê de (GCC+3) ku ji bilî Erebistana Siûdî, Îmarat, Kuwêt, Behrên, Qeter û Oman, her wiha Misr, Urdin û Iraq jî tê de beşdar dibin.

Gelek analîz ji vê serdana serokê Amerîka ji bo deverê hatine kirin. Tew serdana wî ji bo Erebistana Siûdî gelek pirs derxistiye holê. Çunke wer dixuya ku li ser şerê Yemenê û kuştina Cemal Xaşiqçî, nakokiyên Biden ên mezin li gel karbidestên Erebistana Siûdî bi gelemperî û Mîr Mihemed Bin Selman bi taybetî hene. Vê yekê jî Serok Biden bêgav kir ku bi rêya nivîsandina gotarekê di (Washington Post)ê de berevaniya geşta xwe ji bo Erebistana Siûdî bike.

Tişta ku em dikarin ji naveroka serdana Biden ji bo Îsraîl, Filistîn û Erebistana Siûdî bixwînin ew e ku berjewendiya Amerîka wiha dixwaze ku ew serdan were kirin, nemaze di demekê de ku nirxê enerjiyê li cîhanê ji ber şerê Rûsya li Ukraynayê bi awayekî berbiçav giran bûye. Vê yekê jî bihayê benzîn, gaz û gazoilê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi radeyeke zêde bilind kiriye û enflasyon jî zêde bûye, di demekê de ku Amerîka ber bi hilbijartinên Encûmena Nûneran û senate û parêzgarên beşekê ji wîlayetan diçe ku dê di 8ê cotmehê de werin kirin.

Her çiqasî Iraq rasterast ne beşek ji ajendaya serdanê ye û rewşa niha ya Iraqê û nebûna hikûmeteke xwedan desthilat ya licih û layiq nînin ji bo pêkanîna gotûbêjên cidî, lê dê ne rasterast bandorê li ser Iraqê jî pêk bîne, xasma zêdekirina tibaba hinardekirina petrola Erebistana Siûdî ku dibe ku bibe sedema daketina nirxê petrolê, bingehsazî ji bo nêzîkbûna Erebistana Siûdî û Îsraîlê û xurtkirina bereya li dijî Komara Îslamî ya Îranê.

Em ê beşekê ji ajendaya serdana Serok Biden bo deverê û civîna wî li gel serkirdeyên Îsraîl, Filistîn û Erebistana Siûdî di van xalan de kurt bikin:

Şerê Rûsya li Ukraynayê nirxê enerjiyê bilind kir. Çunke tibabeke kêmtir a enerjiyê ji Rûsyayê digihe sûk û bazarên dinyayê. Serok Biden dê di vê serdana xwe da hewl bide ku serkirdeyên Erebistana Siûdî razî bike da tibabeke zêdetir a petrolê bigihînin bazaran.

Li gor gotareke (The Times of Israel) dê Serok Biden di vê serdana xwe de hewl bide bingehsaziyê bike ji bo nêzîkbûna Erebistana Siûdî û Îsraîlê, di çarçoveya Peymana Îbrahîm (Abraham) di navbera Îsraîl û ereban de. Dibe ku her di vê serdanê de veguhastina milkiyeta du giravên di Deryaya Sor de ji Misrê bo Erebistana Siûdî wek xweşkirina rê ji bo damezrandina têkiliyê di navbera Îsraîl û Erebistana Siûdî de were ragihandin û Erebistana Siûdî rizamendiyê li ser bikaranîna esmanê wê ji hêla pîlotên Îsraîlê ve nîşan bide û geştên rasterast ên esmanî werin kirin ji Îsraîlê bo Erebistana Siûdî ji bo veguhastina misilmanên Îsraîlê ji bo pêkanîna hecê.

Bê guman meseleya Îranê û xurtkirina bereya li dijî Komara Îslamî, nemaze piştî ku rêveberiya Biden di hewldanên xwe yên vegerandina Îranê li nav Peymana Atomî bi ser neket. Amaje bi pêkanîna NATOya erebî û sûdwergirtina ji şiyanên leşkerî yên Îsraîlê ji bo rûbirûbûna Îranê tew ji hêla Îranê bi xwe ve jî hatiye kirin.

Yemen û dawîanîna li şerê Yemenê yek ji karên herî li pêş ên siyaseta rêveberiya Biden li Rojhilata Navîn bû û karibûn agirbestê bi cih bikin û vêga jî hewl didin çareseriyeke dawîn ji bo wî şerî bibînin.

Di eynî demê de, serokê Amerîkî vegerandina hevkariyên welatê xwe ji bo desthilata Filistînê radigihîne û pêşxistina têkiliyên Amerîka bi Filistînê re tekez dike. Ev jî statûya Serok Mehmûd Ebas û desthilata Filistînê li hember Îran û Hemasê bihêztir dike.

Helbet xurtkirina têkiliyên aborî û dibe ku firotina çekên zêdetir bo Erebistana Siûdî û piştgiriya Amerîka ji bo Dîtina 2030î ya Mîr Mihemed Bin Selman ji bo pêşxistin û geşkirina Erebistana Siûdî, mijarên din ên gotûbêjan e, nexasim Serok Biden li Îsraîlê di forumeke aborî de amade dibe ku Îmarat û hindek welatên erebî yên din tevî Îsraîlê lê amade dibin.

Wek me amaje pê kir, tê çaverêkirin ku serokwezîrê Iraqê beşdarî civîna Encûmena Kendavê bibe ku roja înê ye (sibe 15.07.2022). Lê di heman rojê de xwenîşandana milyonî ji aliyê alîgirên Sedr li Bexdayê tê sazkirin û egera derketina alozî û kêşeyan heye. Ne zelal e ka heta çi radeyê dê ev rewş bandorê li ser beşdariya serokwezîrê Iraqê bike.

Çavkanî / Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin