PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike

PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike

.

A+A-

Merd Baran Boskan, Serokê Rêxistina Ewropayê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi boneya 79 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û rojbûna Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Di peyama xwe de, Boskan destnîşan kir ku PDK di demek hestiyar de, di nav encamên Şerê Cîhanê yê Duyem û di dema avakirina Komara Kurdistanê de hatiye damezrandin. Wî anî ziman ku PDK ji wê demê heta roja îro bûye "hîmê têkoşîn û berxwedana miletê Kurd".

Dewama daxuyaniyê wiha ye:

Hevalên hêja, Rêvebir, kadro û endamên Partîya Demokrata Kurdistanê Ez li ser navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê PWK Nûnertîya Ewropayê bi dilgermî salvegera damezrandina 79 salîya PDK ê li rêvebir, kadir û endamên wê pîroz dikim û di xebatên wê de herdem serkeftin dixwazim.

Ez her weha sersala Serokê Birêz Kek Mesûd Barzanî pîroz dikim jiyanek dirêj û bi xweşîtî hêvî dikim.

PDK di demek hestîyar de, di nav pêvajoya encamên şerê cîhanê duyem de û di avakirina Komara Kurdistanê de hat damezrandin.

PDK ji wê demê heta roja îro bûye hîmê têkoşîn û berxwedana miletê kurd. Birêz Serok Barzanî ji çêbûnîya xwe ve di nav vê têkoşîna pîroz de jîyaye. Ew him çavdêr û jîndarê wê têkoşînê ye, him serkêş û rêvebirê vê têkoşîna pîroz e.

PDK û Serok Barzanî di avakirin û rêvebirina Kurdistana Federal de jî stûna bingehîn bûn û îro jî stûna bingehîn a dewleta federal in.

Di vê dema hestiyar de ku Rojhilata Naverast li ber guherînên mezin de ye, fersend û metirsîyên mezin li pêşîya Kurdistanê û tevgera neteweya kurd hene. Herweha êrîşkarî û dorpêçên nijadperestên ereb û mêtingehkarên din li ser Kurdistanê domdarin.

Vê rewşa hestiyar, erk û barên PDK û Serok Barzanî girantir û girîngtir dikin. Em baş dizanin ku di vê rewşa îroyîn de hevkarî û yekrêzîya navmala kurd di her warî de ji her demî girîngtir e. Em bi bawer in ku di vî warî de erk û barê li ser milên Serok Barzanî ji bona seranserê Kurdistanê jî pir giran û watedar e.

Em Partîya Welatparêzên Kurdistanê PWK him li Kurdistana Bakur û him di têkilîyên navbera parçeyên Kurdistanê de li gora derfetên xwe hevkarê dostanî û yekrêzîya navmala kurd in û ji bona pêkanîna erkên xwe herdem amade ne.

Em dubare salvegera damezrandina PDK û Rojbûyîna Serok Barzanî ji dil û can ve pîroz dikin, silav û rêzgirtinên xwe pêşkêş dikin.

Bijî yekrêzîya navmala kurd!

Bijî Kurd û Kurdistan! 1

6-08-2025

Merd Baran Boskan

Serokê Partîya Welatparêzên Kurdistanê PWK yê Rêxistina Ewropayê

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin