
Ji Licê û Pasûrê heta Amedê: Gundî ji bo parastina jîngehê meşiyan
.
Bi sedan welatiyên ji navçeyên Licê, Gêl û Pasûrê tevî nûnerên saziyên sivîl û siyasetmedaran, li Amedê li dijî lêgerîn û derxistina madenan û avakirina bendavan meşiyan.
Xwenîşanderan diyar kir ku ev proje zererê dide jîngeh û warên wan û ew dê nehêlin xwezaya wan were talankirin.
Çalakî bi pêşengiya komeleyên xwecihî yên Pasûrê, saziyên sivîl û partiyên siyasî pêk hat û dirûşma sereke ya xwenîşanderan "Em mêrgên xwe, ava xwe nadin talankeran" bû.
"Axa mirov rûmeta mirov e"
Girseya ku li ber otogarê dest bi meşê kir, heta ber Dadgeha Îdarî meşiya û li wir nerazîbûna xwe anî zimên.
Welatiya bi navê Salîhe Taşê got, "Em naxwazin kes destê xwe bide gundê me, çiyayê me, warê me bibe."
Dengbêj Mihemedê Şêxmedî jî bi gotinên xwe piştgirî da çalakiyê û got: "Ev ax axa vî gelî ye. Li ser vê axê mişk heye, rovî heye, gur heye, kew heye, însan heye, çi dijî, bila bihêlin rihet bijîn.
Bila kes destê xwe nede jiyana wan. Bila wan ji jiyana wan, ji axa wan qut nekin. Axa mirov rûmeta mirov e."
Welatiyê bi navê Medenî Altun jî got, "Ez ji Hesandînê têm. Dibêjin em dê madenan derxin. Şîrket ketine wê derê, dibêjin em dê madenê derxin. Hêj dernexistine, em naxwazin ku derxin."
Rozerîn Egeyê jî anî ziman ku ji ber bendavê gund û warên wan di bin avê de dimînin û got, "Gundê me dikeve binê avê, hemû çiyayên me diçin.
Warê me ji destê me diçe ku bendav çêbibe, em dê jî ji warê xwe bibin."
"Parastina axê weke aştî û azadiyê girîng e"
Li ber Dadgeha Îdarî, li ser navê girseyê bangî sermayedaran hat kirin ku dev ji derxistina madenê û avakirina bendavan berdin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozerê got, "Bila ti kes xwezaya me talan neke. Ji bo sermayedaran, ji bo rantê, ji bo menfaetê bila kes axa me, xwezaya me talan neke. Bila kes bi ava me nelîze."
Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdagê got, "Parastina axê, parastina avê, parastina xwezaya Kurdistanê wekî aştî û azadiyê muhîm e, girîng e."
Ev du sal in li Pasûr û Licê li hemberî xebatên derxistina kanên madenê çalakî tên lidarxistin.
Her çend li dijî kompanyayan doz hatibin vekirin jî, dadgehê heta niha biryara rawestandina van xebatan nedaye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin