Ji Komeleya Ehmedê Xanî bo hilbijartina dersa Kurdî pêngavek

Ji Komeleya Ehmedê Xanî bo hilbijartina dersa Kurdî pêngavek

.

A+A-

Komeleya Ehmedê Xanî ya li Êlihê daxwaz ji rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê kir ku piştevaniya kampanya hilbijartina desrsa Kurdî bikin. Her wiha ji bo agahdarkirina malbatên xwendekaran ji girîngiya vê mijarê li pêş dibistanan endamên komeleyê belavok belav kirin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kampanyaya dersa Kurdî hilbijêrin berdewam e.

Komeleya Ehmedê Xanî ya Êlihê, di çarçoveya kampanya dersa Kurdî hilbijêrin de li Êlihê serdana partiyên siyasî û rêxistinên sivîl kir. Rêveberên komeleyê ji partiyên siyasî û rêxistinên sivîl daxwaza piştevaniya kampanyayê kirin û endamên Komeleyê li kolan û pêş dibistanan belavok belav kirin.

Serokê Şaxa Egitim Senê ya Êlihê Nurettin Şimşek got: “Em dibêjin dersa bijarte bo Kurdî kêm e. Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Lê em dîsa jî bi mamosteyan re di tekîliyan de ne û em dixwazin zarokên me dersa Kurdî hilbijêrin.”

Rêveberên Partiya DEVAyê dibêjin, xebatên wan ên zimanê Kurdî di nav destûrê de cih bigre hene û ev xal di rêziknameya partiya wan de jî heye.

Serokê Şaxa DEVAyê ya Heskifê Mehmet Emin Bulut jî dibêje: “Xebatên me li ser ziman heye ku zimanê dayîkê di nav destûra bingehîn de cih bigire. Ev yek di rêziknameya partiya me de jî heye û herwiha me ji bo vê komîsyon jî ava kirine.”

Derbarê mijarê Serokê Şaxa HUDA PARê ya Êlihê Davut Şahin jî dibêje yek ji mijarên herî girîng perwerdeya zimanê Kurdî ye û divê perwerdeya Kurdî neçarî be.

Pêvajoya serlêdana dersên bijarte bo sala 2023-2024 dê heta 20ê Çileya 2023ê berdewam be û malbatên Kurd dikarin bo zarokên xwe yên di pola 5,6,7 û 8an de dixwînin zaravayên Kurmancî û Zazakî hilbijêrin. Sala par li gor amarên ne fermî zêdeyî 20 hezar kesan dersên Kurmancî û Zazakî hilbijartin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin