Ji Îslahiye ya Dîlokê bangewazî: 'Werin miletê me xilas bikin, miletê me nema!'

Ji Îslahiye ya Dîlokê bangewazî: 'Werin miletê me xilas bikin, miletê me nema!'

.

A+A-

 Aynur Kaya ya ku di erdheja Îslahiye ya Dîlok a Bakurê Kurdistanê de ji malbata xwe gelek kes ji dest dan got, “Kesê me nemaye, mala me wêran bûye. Werin miletê me xilas bikin, miletê me nema.”

Beyza ya 4 salî di erdhejê de xwişka xwe ya 7 salî û bapîrê xwe û dayika xwe ya ducanî ji dest da.

Dapîra Beyza Aynur Kaya got, “Keça min mir, kur û keça wê mirin, pitika wê mir, tenê yek sax ma. Kes nema mal talan bû. Alîkarî, alîkarî, werin miletê me xilas bikin, miletê me nema.”

Dayika Beyza ya 25 salî Elîf Yaşar, dê dawiya vê hefteyê zarokê xwe ya sêyemîn bianiya dinyayê.

Hevjînê Elîf Yaşar, Şêxmûs ê ku ji bo kar li Lîbyayê bû, dema ku xebera erdhejê bihîst, hate Îslahiyeyê lê tenê mala wêran û Beyza ya 4 salî dît.

Tê texmînkirin ku hîn 4 kes di bin xirbeyên ku cenazeyên malbata Kaya lê hatin dîtin de ne. Xizmên kesên di bin kavilan de 4 roj in li benda mizgîniyê ne.

Erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 ku navenda wê Mereş bû li Rojava û Bakur, Sûriye û Tirkiyê wêraniyeke mezin li dû xwe hîşt û bi hezaran kesan canê xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniyên dawî li Tirkiyê 17 hezar û 674, li Rojava û Sûriyeyê jî 3 hezar û 162 kesan canê xwe ji dest da.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin