Ji George Bush nameya pîrozbahîyê bo Serok Barzanî

Ji George Bush nameya pîrozbahîyê bo Serok Barzanî

.

A+A-

 Serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush, ji bo vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî ku îro 11ê Gulana 2023yan bi merasîmeke fermî hate vekirin, nameyeke pîrozbahiyê ji Serok Mesûd Barzanî re şand.

Serokê berê yê Amerîkayê Bush di peyama xwe de got: “Birêz Mesûd Barzanî, vekirina Yadgeha Niştîmanî ya Barzanî li we û malbata we pîroz dikim. Bîranîneke mezin û hêja ye. Ev muzexane belgeyeke eşkere ye li ser xebat û qurbanîdana malbat we ji bo ji dubare xêzkirina dîrokê.”

Bush diyar kir: “Mîrasa Barzanî ji qurbanîdan, rûbirûbûna astengî û berxwedanê ye. Ev cih taybet e ji bo bîranîna destkeftiyan bo nifşên paşerojê. Hêvîdar im netewa Kurd ji bo paşeroja miletê xwe, baştir têbigihin cîhanbîniya Barzanî.”

Bush destnîşan kir: “Ez her tim şanaz bûm ku we mîrateya bavê xwe hilgirtiye û serkirdayetiya we ji bo destpêkirina qonaxeke din a Iraqê piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên gelek girîng bû.”

Geroge Bush got: “Hûn ji bo Amerîkayê hevkarekî gelekî girîng bûn û hûn alîkar bûn ku Kurdistanê ji terorê derxînin û bikin meşaleya hêviyê.”

Herwiha Bush di dawiya nameya xwe de diyar kir: “Pêşwazîkirina we li Koşka Spî şanaziyeke mezin bû. Hêvîdar im vê carê jî we li Teksasê bibînim. Hevjîna min Laura jî ahengeke xweş ji we re dixwaze.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin