Ji ENKSê panela mafên mirovan: Divê Sûriya nû federalî û nenavendî be

Ji ENKSê panela mafên mirovan: Divê Sûriya nû federalî û nenavendî be

.

A+A-

Desteya Yasayî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) bi boneya 10ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan li Qamişlo panelek li dar xist.

Di panêlê de, serkirdeyên Encûmenê, mafnas, çalakvan, siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamevan amade bûn .

Endamê Desteya Yasayî ya ENKSê parêzer Îbrahîm Ehmed da xuyakirin ku merema vê panelê li ser asoyên çareserkirina doza kurdî ye, li gor peyman û rêkeftinên navdewletî. Herwiha di pêşeroja Sûriyê de pêwîstî bi pênasîna hemû pêkhateyên din û rewabûna doza gelê Kurd heye.

Ehmed got, divê danûstandin û gengeşekirin di navbera pêkhateyên Sûriyê de çêbibe û Sûriyeke cihê hemû pêkhateyan tê de hebe bi rengekî federalîzim, nenavendî durust bibe.

Muhemed Mela

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin