Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin

Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin

.

A+A-

Serokê Lijneya Madeya 140î Hadî Amirî biryar da ku navçeya Xurmatûyê dikeve çarçoveya Madeya 140î.

Her wiha Wezareta Çandiniyê ya Îraqê jî ferman da ku peymanên çandiniyê yên Erebên hawirde yên li ser wan erdên ku bi biryarên rejîma berê hatine dagirkirin, neyên nûkirin.

Wezareta Çandiniyê ya Îraqê ji birêvebiriyên çandiniyê yên Kerkûk, Diyala û Selahedînê xwest ku peymanên çandiniyê yên wan zeviyan nû nekin ku Yasaya Vegerandina Mal û Milkên wan li xwe digire.

Serokê Lijneya Madeya 140î Hadî Amirî jî bi nivîsekê ew wezaret agahdar kir ku Xurmatû dikeve sînorê Madeya 140î û zeviyên wê bi biryara Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê (rejîma Baas) li ser navê kesên din hatine tomarkirin.

"Çarenivîsa zeviyan diyar dike"

Nûnerê cotkarên gundê Tepe Sewzê yê Xurmatûyê Ehmed Cume, zêdetirî mehekê ye di navbera navçe û Bexdayê de diçe û tê da ku zeviyên wan ên desteserkirî li wan bên vegerandin.

Di nivîsa fermî ya 14ê Çiriya Pêşîn de ku ji aliyê Wekîlê Wezareta Çandiniyê Mehdî Cibûrî ve hatiye şandin, tê xwestin ku hemû ew peymanên çandiniyê werin betalkirin ku li gorî 12 biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê hatine çêkirin.

Ev biryarên rejîma berê, bi Yasaya Vegerandina Mal û Milkan a sala 2025an hatine hilweşandin.

Ev biryar tenê li parêzgeha Selahedînê çarenivîsa zêdetirî 1800 donim zevî diyar dike ku li Xurmatûyê di navbera welatiyên Kurd ên resen û Erebên hawirde de bûbû sedema pirsgirêkan.

Hinceta "Nakeve ber Madeya 140î" hat pûçkirin

Ehmed Cume ji Rûdawê re got ku biryar wekî xwe nehatiye bicihanîn û got:

"Hinceta bicihneanînê ew bû ku digotin 'ev zevî nakevin çarçoveya Madeya 140î', lewma nivîseke din ji bo Lijneya Bilind a Bicihanîna Madeya 140î hat şandin da ku were îsbatkirin ku zevî li gorî biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê hatine desteserkirin."

Li gorî belgeyeke ku ketiye destê Rûdawê, Serokê Lijneyê Hadî Amirî di 11ê Kanûna Pêşîn a 2025an de ji Wezareta Çandiniyê re ragihandiye:

"Madeya 140î Xurmatûyê li xwe digire û zeviyên wê yên çandiniyê li gorî biryara hejmar 369an a Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya 31ê Adara 1975an li ser kesên din hatine tomarkirin."

Ev pêngava Wezareta Çandiniyê ya Îraqê ji bo amadekariya bicihanîna Yasaya Vegerandina Mal û Milkan e ku heta niha rênimayên bicihanîna wê bi temamî nehatine derxistin.

Serokê Lijneya Çandiniyê ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ebdula Mîrweys ji Rûdawê re diyar kir ku ew li pey nivîsê ketine û Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya parêzgahê jê re gotiye ku Wezareta Çandiniyê li benda nêrîna Birêvebiriya Zeviyan e.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin