”Ji bo xatirê Kurdayetîyê xerabî nekirîye”

”Ji bo xatirê Kurdayetîyê xerabî nekirîye”

Dizê ku telefona Mehemed Taş yê Diyarbekirî dîzîye, dema rismê hevserokê HDPê Selaheddîn Demirtaş di telefonê de dîtîye, telefonê paşve teslîmê xwedîyê wî kiriye.

A+A-

Dizê ku telefona Mehemed Taş yê Diyarbekirî dîzîye, dema rismê hevserokê HDPê Selaheddîn Demirtaş di telefonê de dîtîye, telefonê paşve teslîmê xwedîyê wî kiriye.

Berîya 20 rojan telefona Mehmed Taş li li Balafirgeha Ataturk ya Stenbol hatîye dizîn. Mehemed Taş miracatê polis kiriye lê netîceyekê wernegirtîye û hêvîya xwe ji telefonê birîye.

Wexta ew çûye Dîyarbekirê, dizê telefonê têkilî pê re danîye û xwestîye telefona wî teslîmî wî bike. Mehmed Taş di vê derbarê de dibêje: ”Diz jê re gotîye ew jî kurd e û ji Mêrdînê ye. Di telefonê de rismê Selaheddîn Demirtaş û tiştên din yên xweş dîtîye. Ji bo ku ew û Selhahdîn kurd in diz xerabîyê pê nekirîye û telefona wî paşve daye wî.!”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin