Ji bo hilbijartinan leşker hatibûn veguhastin: Wezareta Parastinê daxuyanî da

Ji bo hilbijartinan leşker hatibûn veguhastin: Wezareta Parastinê daxuyanî da

.

A+A-

31ê Adarê dîmenên leşkerên Tirkiyeyê belav bûbûn ku li bajarê Colemêrg, Mêrdîn û Amedê bikom li dibistanan deng didin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derbarê dîmenên leşkeran de daxuyanî belav kir.

Di 31ê Adarê de li bajarên Mêrdîn, Amed, Colemêrg, Sêrt, Şirnex, Agirî û gelek navçe û bajarên din leşkerên Tirkiyeyê, bi otobus û otomobîlên zirxî çûbûn ser sindoqan û deng dabûn.

Li ser veguhastina leşkeran Parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez ji Rûdawê re gotibû:

“Me berî 6 mehan jî digot dê dengdêrên sexte bînin. Me hevdîtinek bi Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê re kir.

Min ji wan re got ku fikarên me hene û me ji wan xwest ku ew li gorî yasa û mewzûatê tevbigerin.

Herwiha me ji wan xwest ku ew nehêlin ew dengdêrên sextê bên vê derê. Me wê demê jî got em dê îtirazî wê yekê bikin û nav bi nav wan eşkere bikin.”

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di daxuyaniya de got:

“Mafê her welatiyê Tirkiyeyê yê ji 18 saliyê mezintir heye ku deng bide û beşdarî hilbijartinan bibe.

Di destûra me de jî hatiye diyarkirin ku ew kesên rewşa wan a taybet heye, efser û xwendekarên leşkerî nikarin dengê xwe bidin.

Ji bilî personelên bi statuyên diyarkirî, personelên din ên ku xizmeta xwe ya leşkerî bi profesyonelî dikin, ji bo ku di çarçoveya qanûnên heyî de erka xwe ya sivîl pêk bînin, mafê xwe yê dengdanê bi kar tînin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin