Ji bo Amedê hişyarî: Bila nexweş, kal û zarok dernekevin

Ji bo Amedê hişyarî: Bila nexweş, kal û zarok dernekevin

.

A+A-

Li parêzgeha Amedê pileyên germê gihiştine asteke metirsîdar û germa zêde xelk bêzar kiriye.

Li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê germa zêde xelk bêzar kiriye. Amed jî yek ji wan deveran e ku germahiya zêde gelek caran rê nade xelk derkeve derve.

Xelk li Amedê bi taybetî di nava rojê de ji xwe re li sîbera darekê yan kêleka rûbarekî digere ku hinekî xwe hênik bike.

Hewzê Parka Anzeleyê yê li Sûra Amedê yek ji wan deveran e ku bi sedan zarok xwe lê digirin û tê de avjeniyê dikin.

Li parkan jî li bin siya her darê çend kes rûniştine û li hêviya hênikbûna hewayê ne. Hinek malbatan jî paşiya traktorê ji zarokan re kiriye hawiz û wan tê de hênik dikin.

Welatî Şefîk Bariç got: “Em têne Parka Anzeleyê li bin siya daran xwe hênik dikin. Ji ber ava li vê derê hewa jî hênik dibe.”

Li gundê Mele Elî yê navçeya Çinara Amedê, welatiyekî romorka traktorê ji zarokên xwe re kiriye hewzê avjeniyê.

"Termometre pileya germê 42 nîşan dide lê li gorî min pile 52 jî heye"

Welatî Kahraman Kaçmaz dibêje: “Li vê derê hewz tinebû, me jî hewzekî wiha çêkir. Piştî demên kar em li vê derê xwe hênik dikin. Termometre pileya germê 42 nîşan dide lê li gorî min pile 52 jî heye.”

Pispor bo welatiyên li bajarên Amed, Riha, Êlih û Mêrdînê hişyariyê didin û dibêjin, divê kesên li van bajaran dijîn demjimêrên nîvro dernekevin derve û xwarinên giran nexwin.

Derbarê vê mijarê de Serokê Beşa Kardiyolojiyê ya Zanîngeha Dicleyê Prof. Dr. Nizamettin Toprak jî got: “Bi taybetî kesên nexweş, kal û pîr, zarok û pitik di bin rîskeke zêde de ne. Heta neçar nemînin demjimêrên ku çirûskên rojê rasterast têne erdê di navbera 11.00 û 15.00an de dernekevin derve. Dema derketin jî divê xwe bi sîwan û şevqeyan biparêzin.”

Li gorî Saziya Keşnasiyê li Bakurê Kurdistanê germahî berdewam dibe û heta dawiya meha tîrmehê li hinek bajarên digihije 47 pileyan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin