Ji ber topbarana Tirkiyê bi sedan welatiyên Zirganê koçber bûn

Ji ber topbarana Tirkiyê bi sedan welatiyên Zirganê koçber bûn

.

A+A-

 Di encama topbarana artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozisyona Sûriyê yên girêdayî wê, bi sedan malbat ji bajarokê Zirgan û gundên wê koçberî bajarê Hesekê û gundên wê bûne. Beşek ji koçberên Zirganê ku li kampa Telaa ya Hesekê hatine bicîh kirin, ji ber kêmasiya alîkariyan bi gazinin.

Hevserokê Rêveberiya Karûbarên Koçberan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê dibêje, ji ber topbarana rojane ew pêşbînî dikin hejmara koçberan zêdetir bibe.

Koçberên ku ji Zirganê nû gihiştine kampa Telaa ya Hesekê, du roj in bê xwarinin û ji ber sermayê birîn li wan gur bûne.

Elî El îd, di topbarana li ser Zirganê  de, dayik û xwişka wî canê xwe ji dest dan, ew tevî sê zarokên xwe jî, bi giranî birîndar bûn.

Koçber Elî Îd got “Dinya sar e. Em diçin ji wî alî livînan tînin. Bi şev em zarokan dişînin wî alî ber sobê. Hîn birînên me şil in, diêşên.”

Şeva sêşemê 21/12/2021 êrîşeke Tirkiyê li ser gundê Rebîat yê girêdayî bajarokê Zirganê pêk hat, di encamê de, pêleke nû ya koçberiyê dest pê kir. Piraniya koçberan berê xwe didin kampên Hesekê, di rewşeke mirovî zehmet de dijîn û ta niha ti alîkariyên berçav ji wan nehatine.

Koçber Necah Reso dibêje “Derb li xaniyê me ketiye. Tiştek bi destê me neket. Xwarin jî ev nan e, em vî parî dixwein wekî din tiştek me tine.”

Koçber Nefîe Mehmûd diyar kir “Em di konikan de ne. Em bê sobe û xwarin in. Derb li me ket, em reviyan hatin ketin konikan. Ka çi yê me heye? Ne xwarin, ne sobe, ne mal, ka emê çi bikin?”

Kampa Telaa ya li bakur rojhilatî Hesekê, hawêr 6 hezar û 500 koçber tê de dijîn, tenê Rêveberiya Xweser bi karînên sînordar kampê bi rê ve dibe.

Rêveberiya Kar û Barê Koçberan beşekî taybet yê ji kampê ji koçberên Zirganê re veqetandiye, dibêje ku ji ber êrîş û topbarana rojane, dibe ku hejmareke zêdetir ya koçberan berê xwe bide kampê.

Hevserokê Rêveberiya Kar û Barê Koçberan li herêma Cizîrê Feyrûşe Remedan “Derfetin ku li cem me bûn ev in. Ji bo xelkê me emê çavên xwe jî bidin. Em ji wan re xwarinê tînin.”

Li gor daxuyaniyên HSD,di nava 3 mehên derbasbûyî de artêşa Tirkiyê 32 caran gundewarên Zirgan û Til Temirê topbaran kir,di encamê de  4 kesan canên xwe ji dest dan,13 kesên din jî birîndar bûn. Her wiha 310 malbat ku malên wan nêzî eniyên şer in, koçber bûne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin