Ji ber şerê her du aliyên Sûdanê 185 kes hatine kuştin

Ji ber şerê her du aliyên Sûdanê 185 kes hatine kuştin

.

A+A-

Şerê di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez berdewam dike, heta niha ji her du aliyan 185 kes hatine kuştin, firokexane hatine girtin û welatî li malên xwe asê mane.

Li derdora koşka serokkomariyê ya Sûdanê di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez de şerekî dijwar rû dide. Her ku diçe şer û pevçûn zêdetir li kolanên bajar û navçeyan belav dibe û metirsî li ser xelkê sivîl zêdetir dibe.

Hêzên Piştevaniya Bilez îdîa dike ku wan avahiya Diyafe li kêlek baregeha fermandariya giştî ya Artêşa Sûdanê kontrol kirine.

Di encama şerê çend rojan de, ji her du aliyan heta niha herî kêm 180 kes hatine kuştin û 1800 jî birîndar bûne, di nava wan de sivîl hene.

Li aliyê din ji ber şer, welatî li paytextê Xertûmê di malên xwe de asê mane, derman li nexweşxaneyan kêm bûne û firokexane hatine girtin. Herwiha li Xertûm av û elektirîk li ser xelkê hatiye birîn û Neteweyên Yekbûyî jî daxwaz dikin korîdoreke mirovî bo gihandina alîkariyan bo xelkê bê çêkirin.

Her du alî, artêş û Hêzên Piştevaniya Bilez hev du bi destpêkirina wî şerî tometbar dikin.

Berî dadana şer, artêşê daxwaz ji Hêzên Piştevaniya Bilez kiribû, di dema 6 mehan de, tevlî yekeyên artêşa welat bibin.

Hêzan razîbûna xwe der birîbû lê bi mercê ku ew prose di dema 10 salan de bê kirin û li ser desthilatê û awayê rêkxistina hêzan rêkeftin bê kirin.

Artêşa Sûdanê ji bêhtirî 250 hezar serbazî tê texmînkirin. Hêza Piştevaniya Bilez bêhtir ji 100 hezar çekdarên wê hene.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin