Ji ber şala kesk-sor-zer zava û 9 mêvanên wî hatine deseteserkirin

Ji ber şala kesk-sor-zer zava û 9 mêvanên wî hatine deseteserkirin

.

A+A-

Li daweteke ku li Esenyurta Stenbolê ji ber ku zava û 9 mêvanên hatine dawetê şalên kesk-sor-zer girêdane bi îdiaya ku "propagandaya rêxistina terorê kirine" hatine desteserkirin.

Li daweteke ku li Esenyurta Stenbolê ji ber ku zava û 9 mêvanên hatine dawetê şalên kesk-sor-zer girêdane bi îdiaya ku "propagandaya rêxistina terorê kirine" hatine desteserkirin.

Ji ber daweta di 12ê Hezîranê de li qata duyemîn a Salona Mehrbirînê ya Şaredariya Esenyurtê hatiye lidarxistin, polîsan duh ji bo îfadeyê gazî zava Mesut Karçik û 9 mêvanên ku beşdarî dawetê bûne din kirin.10 kesên ku ji bo îfadeyê çûne Qereqola Kiraçê hatine desteserkirin.

Hate zanîn ku kesên hatin desteserkirin wê îro ji bo îfadeya li dozgeriyê bibin Edliyeya Bûkçekmeceyê.

Stran bûye mijara sûc

Ji bilî rengên şalê, stranên ku di dawetê de hatine gotin jî weke sûc hatine nirxandin û polîsan bi îdîaya ku "propagandaya rêxistina terorê kirine" îfadeyên kesên desteserkirî girtine.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Huseyîn Boğatekin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bûyer parve kiriye.

 

Bîanet

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin