Ji Artêşa Amerîkayê li ser operasyona Tirkiyê ya dijî Rojava daxuyaniyek nû

Ji Artêşa Amerîkayê li ser operasyona Tirkiyê ya dijî Rojava daxuyaniyek nû

.

A+A-

Fermandarê CENTCOMê Kurilla, nîgeraniya xwe li ser operasyoneke muhtemel a li Sûriyeyê ya Tirkiyê anî ziman û dubare got, ev dibe sedema bêîstiqrariyê li herêmê.

Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla, di civîna agahdarkirinê ya ku ji aliyê Navenda Ragihandina Herêmî ya Dubayê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve hat lidarxistin de nirxandin kirin.

Fermandeyê CENTCOMê dupat kir, ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) zextên li ser DAIŞê berdewam in û hefteya borî endamên DAIŞê di nav de serkirdeyekî payebilind hatin girtin.

Di civînê de ji Kurilla re, di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de pirs hat kirin ku operasyoneke muhtemel a Tirkiyeyê ya li dijî YPGê ku pişta sereke ya HSDê ye, wê bandoreke çawa li ser şiyana Amerîkayê ya li herêmê bike.

Serfermandariyê dubare kir, DAIŞ gefa xwe berdewam dike û bal kişand ser bandora operasyoneke muhtemel a Tirkiyê li herêmê. General Kurilla got: "Ez pir, pir ji vê yekê nîgeran im ji ber ku ew dikare aramiya herêmê têk bibe û bala hevkarên me yên HSD ji van kampên binçavkirinê bikşîne."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin