
ALMANYA - Kurdan di hilbijartinan de çi kir?
.
Encamên destpêkê yên hilbijartinên xwecihî û encumenên biyaniyan li Herêma Nordrhein-Westfalenê ne di berjewendiya lîsteyên Kurdan de bûn lê namzedên Kurd ên di nav partiyên Alman de bi ser ketin.
Bala raya giştî ya Almanyayê li ser serokên şaredariyên mezin bû û çavên Kurdên li Almanyayê jî li ser Bêrîvan Aymazê bûn ku namzeda Partiya Keskan a Şaredariya Mezin a Kolnê bû.
Her çend Bêrîvan bi 128 hezar û 935 dengan û bi rêjeya ji sedî 28,1ê li pêşiya 12 hevrikên xwe be jî dê piştî du hefteyên din bikeve hilbijartina diyarker û dê bi Torsten Burmeisterê namzedê Partiya Sosyal Demokrat re bikeve pêşbirkê.
Li gorî sîstema hilbijartinên xwecihî, ji bo ku namzedek bibe serokê şaredariyeke mezin divê ji sedî 50ê dengan zêdetir wergire.
28ê Îlona 2025an dê ji bo 36 serokên şaredariyan hilbijartinên diyarker bên kirin.
Endamên Kurd ên ku ji bo encûmenên şaredariyan bi ser ketine:
Îbrahîm Kus, Endamê Encumena Bajarê Wertherê
Lîza Koç, Endama Encumena Şaredariya Bielefeldê
Narîn Kutlu Elmas, Endama Encumena Bajarê Herfordê
Dîlan Yazicioglu, Endama Encumena Şaredariya Kolnê
Merwan Omer, Endamê Encumena Şaredariya Hiddenhausenê
Medya Mistefa, Endama Encumena Şaredariya Munsterê - Partiya Keskan a Almanyayê
Her çend di hinekan ji wan de namzedek û di hinekên din de tenê du namzedan baweriya dengdêran bi dest xistibe jî lîsteyên Kurdan serkeftineke berbiçav bi dest nexist.
Serkeftina berbiçav ji bo lîsteyên hevbeş ên pirneteweyî bû.
Namzedên Kurd ên di rêzên jor ên hinek partiyan de jî bi ser ketin.
Endamên Kurd ên ku ji bo encumenên biyaniyan li bajarên cuda yên Herêma Nordrhein-Westfalenê bi ser ketine:
Baran Yenen, Endamê Encumena Biyaniyan a li bajarê Aachenê
Sîlda Koledamca, Endama Encumena Biyaniyan a li bajarê Bocholtê
Mehmûd Simo, Endamê Encumena Biyaniyan a li bajarê Bochumê - Partiya Demokratên Xiristiyan
Kawe Şêxê, Endamê Encumena Biyaniyan a li bajarê Bad Oeynhausenê ji Lîsteya Lêborîn û Lihevkirinê
Qehreman Çîka, Endamê Encumena Biyaniyan a li bajarê Bad Oeynhausenê - ji Lîsteya Lêborîn û Lihevkirinê
Îlyas Bedel, Endamê Encumena Biyaniyan a li bajarê Mindenê ji Lîsteya Êzidiyan
Semîr Sifok, Endamê Encumena Biyaniyan a li bajarê Munsterê ji Lîsteya Hêvî
Dilêr Sabir, Endamê Encumena Biyaniyan a li bajarê Munsterê ji Lîsteya Global
Azad Emek, Endamê Encumena Biyaniyan a li bajarê Bielefeldê - Serbixwe
Murat Aykanat, Endamê Encumena Biyaniyan a li bajarê Bielefeldê
Mihemed Kanet, Endamê Encumena Biyaniyan a li bajarê Herfordê
Perwer Şemo, Endamê Encumena Biyaniyan a li bajarê Bad Salzuflenê
Encamên hilbijartinên Encumena Biyaniyan li bajarê Leverkusenê hîn nehatine teqezkirin û li wî bajarî lîsteyeke Kurdan a bi navê "Yekbûn"ê heye û tê payîn ku çend endamên Kurd li wî bajarî bi ser bikevin.
Li bajarê Dormagenê ji rêxistina Rûkenê şansê namzedekî Kurd heye ku ducare bibe endamê Encumena Biyaniyan.
Peyman Heso, namzeda ciwan a ji Rojavayê Kurdistanê di nav refên Sosyal Demokratan de li bajarê Herneyê ji bo parlamentoyê bû namzed.
Li gorî rêjeya dengên partiya wan li wî bajarî, şansekî wê yê mezin heye ku ji bo pênc salên bê bibe parlamenter.
Rêjeya beşdarbûnê ji sedî 56,8 bû, li gorî sala 2020an (ji sedî 51,9) nêzîkî ji sedî 5 zêde bûye.
Encama giştî ya dengdanê di berjewendiya Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê (AFD) ya tundrev de bû û rêjeya dengên wan ji sedî 9,4 zêde bûye.
Rêjeya dengên partiyan:
Partiya Demokratên Xiristiyan (CDU): Ji sedî 33,3
Partiya Sosyal Demokrat (SPD): Ji sedî 22,1
Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê (AFD): Ji sedî 14,5
Partiya Keskan: Ji sedî 13,5ê
Partiya Çep: Ji sedî 5,6
Partiya Azad - Lîberal (FDP): Ji sedî 3,7
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin