Ji Amerîkayê bo operasyona Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanî daxuyanî..

Ji Amerîkayê bo operasyona Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanî daxuyanî..

.

A+A-

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê egera operasyoneke nû ya leşkerî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da û berdevkekî li ser navê wezaretê ragihand, “Hejmarek berjewendiyên Amerîka û Tirkiyê hene ku rûbirûbûna terorê yek ji wan e” û tekez kir, “Giring e hemû alî rêzê li navçeyên agirbestê bigirin û biparêzin daku istiqrara li Sûriyê baştir be.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, giring e aliyên peywendîdarî krîza Sûriyê kar bikin jibo hiştin û parastina agirbesta li wî welatî.

Berdevkekî li ser navê Wezdareta Derve ya Amerîkayê di bersiva pirseke  Rûdawê de ya derbarê civîna roja Yekşemê ya navbera Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û egera destpêkirina operasyoneke nû ya leşkerî ya Tirkiyê bo ser navçeyên bin desthilata Rêveberiya Xweser ragihand, “Giring e hemû alî rêzê li navçeyên agirbestê bigirin û biparêzin daku istiqrara li Sûriyê baştir be û bi armanca gihîştina bi çareseriyeke siyasî bo krîza li wî welatî jî kar bê kirin.”

Di beşeke din a bersiva Wezdareta Derve ya Amerîkayê de ku di rêya emailê re bo Rûdawê hatiye şandin, behsa peywendiyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de tê kirin û tê gotin: “Me, çendîn berjewendiyên me li gel Tirkiyeya hevpeymana me ya NATOyê heye, rûbirûbûna terorê yek ji wan e; yekî din bidawîanîna krîza Sûriyê, û karkirin jibo rêgirtin û kêmkirina bandorên xirab li navçeyê jî yekî din e.”

Di bersiva Wezareta Derve ya Amerîkayê de amaje bi wê hatiye kirin, ku jibo bidawîanîna krîza Sûriyê berjewendiyên wan li gel Tirkiyê hene û hatiye destnîşankirin, “Waşington dê derbarê siyaseta xwe ya Sûriyê de bi Enqerê re şêwira xwe bidomîne, wek çawan şêwirê li gel cîranên din ên Sûriyê û hevbeşên xwe yên li navçeyê dikin.”

Roja Yekşemê 31ê Cotmeha 2021an, di kevana birêveçûna civîna G20 li Roma ya paytexta Îtalyayê, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi hev re civiyan û çend mijar gotûbêj kirin.

Koşka Spî di daxuyaniyekê de ragihandiye, Serokê Amerîkayê Joe Biden ji Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re gotiye, “Amerîka daxwaza parastina peywendiyên berhemdar û herwiha berfirehkirina hevahengiyên li gel Tirkiyê dike.”

Li gor Koşka Spî, Biden herwiha tekezî li ser nehiştina cudahiyên li gel Tirkiyê kiriye û herwiha “herdu serkirdeyan pêvajoya siyasî ya li Sûriyê, gihandina alîkariyên mirovî ji bo Efxaniyên hewcedar, hilbijartinên Lîbyayê, rewşa rojhilata Deryaya Spî û xebatên dîplomatîk ên li Başûrê Kafkasyayê gotûbêj kirine.”

Koşka Spî herwiha diyar kiriye, Biden di civînê de giringiya Tirkiyê ya wek hevalbendê NATOyê dûbare kiriye û dibêje “Serok Biden dilgiraniya xwe li hember kirîna sîstema S-400 a Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve aniye ziman û tekezî li li ser girîngiya saziyên demokratîk ên bi hêz, rêzgirtina li mafên mirovan û serweriya hiqûqê ji bo aştî û bextewariyê kir.”

Recep Tayyip Erdogan jî derbarê civîna xwe ya li gel Biden de ragihandiye, yek ji mijarên ku di hevdîtinê de behsa wê hatiye kirin, alîkariyên Amerîkayê bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bûye. Erdogan diyar kir, di vê bareyê de wî dilgiraniyên xwe gihandiye Biden û got: “Me xemgîniya xwe wek endamekî NATOyê gihand Biden. Me got ev gav hevkariya me têk didin. Me di mijara berdewambûna pêwendiyên wezîrên derve yên her du aliyan û di vê çarçoveyê de pêwendiyên wezîrên berevaniyê jî anî ziman.”

Erdogan di 24ê Îlona îsal de di daxuyaniyekê de bo medyaya welatê xwe amaje bi peywendiyên xwe li gel Biden kiribû û gotibû, heta niha li gel ti serokekî Amerîkayê di rewşeke ewqas xirab de nebûye.

Joe Biden ji dema ku bûye Serokê Amerîkayê, du caran li gel Erdogan civiyaye, ya destpêkê jî Hezîrana îsal li Bruksekê di dema birêveçûna Lûtkeya NATO de bû.

  Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin