Ji Amerîkayê banga Rojava: Divê demildest alozî bê kêmkirin!

Ji Amerîkayê banga Rojava: Divê demildest alozî bê kêmkirin!

.

A+A-

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand “Divê demildest aloziya li bakurê Sûriyê bê kêmkirin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price li ser pirsa peyamnerê Rûdawê Roj Elî Zale ya derbarê debarê rewşa Sûriyê got "Em daxwaz dikin ku demildest rageşiya li Bakurê Sûriyeyê were kêmkirin. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo xurtkirina îstiqrara Sûriyeyê girîng e hemû alî rêzê li herêma agirbestê ya heyî bigirin. Girîng e hemû alî ber bi lihevkirinê ve biçin."

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê bal kişand ser 'fikarên kûr' li ser egera ji nû ve destpêkirina operasyonên leşkerî li bakurê Sûriyê.

Ned Price lê zêde kir û got "Me nîgeraniya xwe ya taybet diyar kir ku her operasyoneke mezin a nû dikare destkeftiyên koalîsyona navneteweyî ku di salên dawî de bi dest xistiye têk bide. Tiştekî wiha dikare bandoreke mirovî jî li ser sivîlên herêmê bike."

Pirsên nûçegihanê Rûdawê Roj Elî Zalla û bersivên Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price wiha ne:

Ti tiştekî li ser kuştina seroka duyem ê HSDê ji aliyê Tirkiyê ve bibêjî heye?

Ned Price: Em bang dikin ku demildest aloziya li Bakurê Sûriyeyê were kêmkirin. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo xurtkirina îstiqrara Sûriyeyê girîng e hemû alî rêzê li herêma agirbestê ya heyî bigirin. Girîng e hemû alî ber bi lihevkirinê ve biçin.

Lê belê li vir û wir ji bîlî ji bilî ku ji Tirkiyê daxwaz dikin ku êrişên xwe rawestîne, tiştekî din heye ku bikaribin bikin ku van êrişan ragirîne? Di meha borî de nêzikî 18 endamên HSDê hatin kuştin, eger Tirkiye bi vê şêweyê berdewam bike, dibe ku ti hevkarên we nemînin, wê demê hûn dikarin çi bikin?  Wek mînak HSD daxwaza herêma qedexekirina dijefirînê dike, hûn nikarin piştgirî bidin daxwazeke wiha?

Ned Price: Em bi hevkar û hevpeymanên xwe re hevdîtinên wiha berdewam dikin. Em bi hevalbendên xwe yên Tirk re hevdîtinên bi vî rengî didomînin. Me di hevdîtinên dualî de ev rave kirin û eşkere kirin. Hefteya borî me tekez kir ku me nîgeraniya xwe ya kûr li ser vegerandina çalakiyên leşkerî li bakurê Sûriyê, bi taybetî bandora li ser sivîlan anî ziman. Me nîgeraniya xwe ya taybet diyar kir ku her operasyoneke mezin a nû dikare destkeftiyên koalîsyona navneteweyî ku di salên dawî de bi dest xistiye têk bide. Tiştekî wiha dikare bandoreke mirovî jî li ser sivîlên herêmê bike. Tiştekî wiha bêguman dê ne di berjewendiya proseya siyasî ya ku di biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî de hatiye tekezkirin be

 Fikara we ji ber êrîşên nû yên artêşa Tirk e yan jî êrîşên balafirên bê mirov ên ku di vê navberê de pêk hatine de ne?

Ned Price: Em behsa operasyoneke nû ya li ser Bakurê Sûriyê dikin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin