
Ji Amedê hişyariya 'mûçeyê herêmî': ‘Dê pêleke nû ya koçberiyê bide destpêkirin’
.
Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, diyar kir ku sepandina "mûçeyê herî kêm ê herêmî" ya ku careke din ketiye rojevê, berevajî baweriya giştî dê veberhênan û derfetên kar zêde neke.
Kaya hişyarî da ku ev gav dê bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê ya ji Bakurê Kurdistanê ber bi bajarên Tirkiyeyê ve.
Bertekên li dijî pêşniyara "mûçeyê herî kêm ê herêmî û sektorî" didomin ku ji aliyê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Serbixwe (MÛSİAD) û hinek saziyên din ve hatibû rojevê.
Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, anî ziman ku ew rast nabîne nîqaşên li ser mûçeyê herêmî tenê di çarçoveya mesrefên karsazan de bên nirxandin.
Kaya bal kişand ser wê yekê ku mûçeyê herî kêm, di heman demê de amûreke bingehîn a polîtîkaya civakî ye û standarda jiyana bi milyonan karkeran diyar dike.
Kaya destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêkên hilberîn, veberhênan û bêkariyê tenê bi rêya polîtîkayên mûçeyan nêzîkatiyeke şaş e û got:
"Mûçeyê herî kêm tenê wekî lêçûna karsazekî nayê dîtin. Li bajarên wekî Amedê ku nifûsa ciwan li wan zêde ye û rêjeya bêkariyê li ser navîniya Tirkiyeyê ye, pêwîstî ne bi daxistina mûçeyan e; pêwîstî bi zêdekirina veberhênanan heye ku dê derfetên kar ên domdar û bikalîte biafirînin."
“Navenda karkerên erzan”
Kaya da zanîn ku ferzkirina mûçeyê herêmî wê cudahiya bipêşketinê ya di navbera bajaran de kêm neke, berevajî wê kûrtir bike û axaftina xwe wiha domand:
"Bi hinceta 'erzanbûna jiyanê' diyarkirina mûçeyekî kêmtir li herêmên kêmbipêşketî, xizaniyê kêm nake, bêdadiya dabeşkirina dahatê mezintir dike.
Dema ferqa dahatê ya di navbera bajarên mezin û herêmên kêmbipêşketî de vebe, dê ev herêm hîn zêdetir li paş bimînin.
Ev nêzîkatî dibe sedem ku herêm wekî 'navenda karkerên erzan' bên dîtin lê hêza rikeberiyê ya bajarekî ne bi mûçeyê kêm, bi binesaziyeke xurt, çavkaniya mirovî ya perwerdekirî, derfetên lojîstîk, pêşbîniya hiqûqî û gihiştina fînansmanê pêk tê."
“Koçberiya karkeran dê bileztir bibe”
Kaya bal kişand ser wê yekê ku li bajarên mîna Amedê yên ku nifûsa ciwan li wan gelek e lê veberhênanên pîşesaziyê hîn negihiştine asta ku tê xwestin, sepaneke bi vî rengî dê bi xwe re pêleke nû ya koçberiya karkeran a ber bi bajarên Tirkiyeyê ve bi xwe re bîne û anî zimên:
"Koçberiya hêza kar ji herêmên bi mûçeyê kêm ber bi bajarên mezin ve dê bileztir bibe. Ev rewş dê ne tenê karkeran, di heman demê de veberhêneran jî bixe nava tengasiyê.
Dema ku kargeh di dîtina karkerên jêhatî de zehmetiyê bikişînin, ferqa pêşketinê ya di navbera herêman de dê kûrtir bibe."
“Em rast nabînin”
Kaya bi bîr xist ku mînakên vê sepanê li welatên cuda û di paşeroja Tirkiyeyê de jî encamên neyînî dane û got:
"Di mînakên cîhanê de jî hatiye dîtin, ev pergalên ku di destpêkê de wekî modeleke nerm a li gorî cudahiyên herêmî dihatin dîtin, bi demê re pirsgirêkên micid derxistin holê.
Di navbera karkerên ku heman karî dikin de newekheviya mûçeyan çêbû, koçberî ber bi herêmên bi mûçeyê bilind ve pir bû, karkirina nefermî zêde bû û di kontrolkirina sepanê de zehmetiyên mezin derketin.
Em rast nabînin ku ev sepana ku berê li Tirkiyeyê jî hatibû ceribandin lê ji ber bikêrnehatina wê bi qanûnê hatibû betalkirin, careke din bê rojevê."
Kaya destnîşan kir ku kişandina veberhênanan a bi avantaja mûçeyê kêm nabe sedema bipêşketineke mayînde û biland:
"Dibe ku karsaz ji bo lêçûnên xwe kêm bikin, veberhênanên xwe ber bi aliyê herêmên bi mûçeyê kêm ve bikin.
Lê ev rewş dibe sedem ku herêm li şûna hilberîna bi teknolojiya bilind, berê xwe bidin sektorên ku nirxê wan ê lêzêdekirî kêm e û tenê keda destan dixwin.
Pêwîstiya herêma me ne bi mûçeyê kêmtir e, pêwîstî bi veberhênanên pîşesaziyê yên xwedî nirxê lêzêdekirî yê bilind, teknolojî, nûjenî û xebatên Ar-Geyê (Lêkolîn-Bipêşxistin) heye."
“Pêwîstiya Tirkiyeyê ne kêmkirina mûçeyan e”
Kaya da zanîn ku sedema bingehîn a zexta lêçûnê ya li ser cîhana karsaziyê ne mûçeyê herî kêm e û çareserî jî ne vekirina nîqaşên li ser mûçeyan e. Kaya bal kişand ser astengên rast û xwe lê berda:
"Lêçûnên bilind ên fînansmanê, mesrefên enerjiyê, barê bac û prîmên SGKyê (sîgorta) û nebûna pêşbîniyê astengên bingehîn ên li pêşiya hilberînê ne.
Eger em bi rastî jî bixwazin piştgiriyê bidin hilberînê, divê em di serî de polîtîkayên ku dê van baran sivik bikin bixin meriyetê.
Divê paşeroja nifûsa ciwan a Amedê ne li ser polîtîkayên mûçeyê kêm, li ser berhemdariya bilind, hilberîna binirx, teknolojî û derfetên kar ên jêhatî bê avakirin.
Pêwîstiya Tirkiyeyê ne bi wan modelan e ku mûçeyan li gorî herêman ji hev vediqetînin; pêwîstî bi reformên binesaziyê heye ku lêçûna hilberînê kêm dikin, veberhênanê han didin û lezê didin bipêşketina herêmî."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin