Ji alî Kurdên Swîsre li Zurîx xwepêşandan

Ji alî Kurdên Swîsre li Zurîx xwepêşandan

.

A+A-

Gotar bo Xopîşanderên Kurd

Xuşk û birayên hêja,

Kurdên çar parçeyê Kurdistanê,

Hevalên azadî,

Eger îro em li vir kom bûn, ev ne tesaduf e. Ji ber ku gelê me li bin hêrîş û zordarîyê de ye.

Lê di heman demê de ji ber ku gelê me hemû bi hişyarî hatine ba hev.

Îro em li vir jibo Rojava kom bûn; bo wan kesan ku berê dijî DAIŞê rabûn.

Bo wan hezarên şehîdên ku li Kobanê, Reqa canê xwe dan — ne tenê bo Kurdistan, lê ji bo parastina hemû mirovatîyê.

Em îro dibînin ku piştî van qurbanîyên bê sînor, fedakariya gelê Kurd hate winda kirin, pêre xiyanet hat kirin û ji ber bêdengiya neteweyên yekbûyî û hêzên mezin, îro bi firokan, çetan û endamanên DAIŞê ku maske guherîne êrîşî Kurd dikin. Lê îro em li vir eşkeredikin ku wek Kurd em tu kiryarekê ji bîr nakin.

Hiş û dilê me bi xuşk û birayên me yên li Rojhilatê re ne.

Piştî xwepîşandanên dijî rejîmê berfireh bûn, bi sedan jin û mêr û zarok di komkujîyê re derbaskirin.

Ciwan li sêdarê hatin darxistin. Gelek malbat ji ber daxwaza azadî, rûmet û dîmokrasiyê ji hev hatin qetandin. Xwînê wan Kurdan ku çawa li Rojhilat hat rijandin, wisa li Rojava jî hat rijandin.

Êşên me yek in. Tekoşîna me yek e.

Hevalên hêja, hevalên azîz,

Îro em dengê xwe radigehînin hemî dinyayê.

Ev yekem car e ku bi hestek hevbeşiya neteweyî ya Kurd, di çar parçeyê Kurdistanê û nav Kurdên dinyayê de hat afirandin.

Li gund û bajaran, li welat û derve, Kurd bi hev re rabûn, xwepêşandanan dikin, hev re durişman davêjin, alîkarîya hev dikin. Ev hêza yekîtîya me ye, eger dîsa em têkherin, dê ev hêz dîsa were parçe kirin. Lê ev hêz dibê bes winda bibe.

Pir caran dijminên me ji ber nakokiyên siyasî, îxaneta navxwe û parçe-parçe bûnê me feyde girtin.

Ji ber vê yekê îro em beramberê hewldanek tunekirinê hatine. Em beramberî beşek welatiyên bi komî bête tunekirin hatine.

Hevalên min,

Dema vêya ye ku bi eşkere bêjin:

Ev dem ne dema berjewendiya partiyan e; ev dema yekîtîya hemî Kurdan e.

Bila ev pêşandan peymanek be, soza me be, da em yekbûna xwe bidomînin.

Da em bi yek dengî piştgirîya Rojava bikin; piştgirîya Rojhilat bikin û dîsa nebin pergalê xiyanet û dagîrîyê.

Her Kurd eger bi yekîtiyê bimîne, Kurdistan dijî.

Îro em yek in.

Em daxwaz dikin ji hemû hukumet û dewletên dîmokratîk û neteweyên yekbûyî:

  • Bi fermî rola sereke ya hêzên kurdî li dijî dewleta Iraq û Şam ya Îslamî (DAIŞ) de nas bikin.
  • Her cure piştgiriyê — rasterast an nerasterast — ji komên îslamî yên li dijî Kurdan bisekin.
  • Êrîşên li ser Rojava bi lez were rawestandin.
  • Bi her awayî piştgirîya berxwedana dîmokratîk ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bikin.
  • Parastina rastî ya neteweyî ji bo penaberên kurd garantî bikin.
  • Lêjnekî lêkolîna serbixwe ya neteweyî li ser tawanên dij mirovî bi lez were damezrandin.

Her weha em daxwaz dikin destpêkirina pêvajoyek siyasî ya neteweyî bi armanca nasîn û parastina herêmek kurdî ya otônom li Rojava û Rojhilat, li bin şemsiya rêxistinên neteweyî û parastina rêxistina Neteweyên Yekbûyî.

Gelê Kurd qet ranaweste.

Her dem di tekoşîna geriyan, bîranîn, berxwedan û parastina azadiyê de dom bike.

Bijî berxwedana Kurd!

Bijî yekîtiya gelê Kurd!

Bijî Kurdistan!

Layanên siyasî û federasyon û rêxistinên beşdar:

1- Partiya Dîmokratî Kurdistanê

2- Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê

3- Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

4- Encûmena Niştimanî ya Kurdan li Sûriyê (ENKS)

5- Partiya Azadî ya Kurdistanê

6- Partiya Yekîtîya Dîmokratî ya Kurdan li Sûriyê

7- Partiya Dîmokratî Kurdistan – Bakur

8- Hizba Şiûî ya Kurdistanê

9- Partiya Wêlatparêzî ya Kurdistanê

10- Partiya Maf û Azadî – HAK-PAR

11- Federasyona Rojavayên Kurdistanê li Swîsre

12- Komkar li Swîsre

13- Navenda Çandî ya Kurdan li Swîsre

14- Rêxistina Mafê Mirovê HANA

15- Rêxistina Aştî

16- Rêxistina Mafê Mirovê ya Sûriyê

17- Navendên Rojavayên Kurdistanê li Swîsre (Zürîx, Genêv, Basel)

      

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin