Ji 837 rojnamevan û 62 saziyan bang: Rojnamevanên Kurd serbest berdin

Ji 837 rojnamevan û 62 saziyan bang: Rojnamevanên Kurd serbest berdin

.

A+A-

 837 rojnamevan û 62 saziyên medya û pîşeyî ji bo serbest berdana 20 jê rojnamevan 22 kesên 8ê Hezîranê li Amedê hatibûn desteserkirin, banga serbest berdanê kirin.

Di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî ya Amedê de 8ê Hezîrana 2022ê li Amedê polîs bi operasyoneke hemwext bi ser gelek malan de girt û di nav de Hevserokê Komeleya Rojnemevanan a Dicle Firatê Serdar Altan û Rêvebira JINNEWSê Safiye Alagaş jî di nav de 20 jê rojnamevan bi tevahî 22 desteser kirin. Dema desteserkirina rojnamevanan hat dirêjkirin û tê çaverêkirin rojnamevan 16ê Hezîranê bo dadgehê bên şandin.

837 rojnamevan û 62 saziyên medya û pîşeyî ji bo serbest berdana rojnamevanan şermezar kirin û bi Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Ermenî banga serbest berdana wan kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Çapemeniya azad dê neyê bêdengkirin: Em li cem hempîşeyên me yên di binçavan de ne!

Em saziyên ragihandinê û rojnamegerên ku li jêr îmzeya wan heye; serdegirtina polîsan a mal û saziyên rojnamgerên Kurd ku di 8ê Hezîranê de hatin binçavkirin bê şert û şirût şermezar dikin.

Di serî de muxalefeta ku angaşta demokrasî, azadî, wekhevî, edalet û dadê dike û di nava amadekariya avakirina Tirkiyeya pêşerojê deye; em bangî hemû kesan dikin ku bêyî cudakariyê bikin li hemberî binçavkirina hempîşeyên me bikevine nava piştevaniyê û li hemberî zordestiya desthilatdariyê helwest deyinin.

Em bang li endamê darazê jî dikin ku nebin aletê bêdadî û zordestiya desthilatdariyê. Li gorî mafê azadiya fikr û ragihandinê ya dada gerdûnî tevbigerin û kêliyek berî kêliyekê rojnamegerên di bin çavan de ne serbest berdin.

Her wiha, em li bendê ne saziyên ragihandina navneteweyî, rojnameger, rêxistinên mafan diparêzin jî ji bo pêşveçûna azadiya ragihandinê li Tirkiyeyê, piştgiriya me bikin û li hemberî binpêkirina mafên rojnamegeran bikevin nava liv û tevgerê.  

Bi zagona sansurê ku niha li Parlamentoyê amadekariya wê tê kirin dixwazin qeyd û bendên li azadiya fikr û ragihandinê dixin qewîtir bikin. Di vê çarçoveyê de di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, binçavkirina rojnamegerên Kurd, li hemberî azadiya ragihandinê derbe ye.

Em şahidên hempîşeyên xwe ne. Her çiqas ji bo endamê ragihandina azad ku mafê ragihandinê bi fedakariyeke mezin diparêzin, ev polîtîkayên tûndî û çavtirsandinê bûbin ji rêzê jî, em ê hînî van operasyon û polîtîkayên çavtirsandinê nebin.

Bila rojnamegerên Kurd ku di binçavan de ne demildest serbest bêne berdan! Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWSê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWSê Gulşen Koçuk, edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Aziz Oruç, Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûn'ê Mehmet Ali Ertaş, Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Geciken, Esmer Tunç, Neşe Toprak, Zeynel Abidin Bulut, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahin, Elif Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel, Mehmet Yalçın, Abdurrahman Oncu, Lezgin Akdeniz, Kadir Bayram û Feynaz Koçuk serbest berdin!”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin