Jenosîda Helebceyê li Parîsê jî bibîr hat

Jenosîda Helebceyê li Parîsê jî bibîr hat

.

A+A-

 

Weke tê zanîn beriya niha bi 36 salan Balafirên hêzên hewayî yên Iraqê bajarê Helebceyê bombebaran kirin. Di ecama vê êrîşê de, 5 hezar sivîlên Kurd ku piraniya wan zarok, jin û pîr bûn bi gazên kîmyayî ji alî rejima Sedam ve hatin kuştin û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn.

 

Bi minasebeta 36emîn salvegera jenosîda Helebceyê, nûnerayetiya Hikûmeta herêma Kurdistanê li Fransayê, di 16ê adarê de, li parka Jardin Eugénie Djendi, li pêş abîdeya Şervanên operasyonên derve (OPEX) yên Fransayê seremoniyeke berfireh pêk anî.

 

Di kombûnê de li gel Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Elî Dolemarî, Serokê Enstîtuya kurdî ya Parîsê Kendal Nezan, Serokê şaredariya Parîsa 15emin Philippe Goujon, Serokê komeleya dostaniya kurd û fransizan ya Oksîtanyayê, nûnerê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Feysel Taşkiran û gelek kesayetiyên din, ji sedî bêtir Kurdên Parîsê û dostên fransiz amade bûn.

Seremoniyê bi berzkirina alaya Kurdistanê li gel alaya Fransa û OPEXê li rex û danîna destegulan li pêş peykerên şervanan dest pêkir. Kombûna li parkê bi xwendina sirûda neteweyî ya kurdî Ey reqîb û ya fransî Marseillesê bidawî hat. Hêjayî gotinê ye ku destegula PWKê ji alî Feysel Taşkiran û Aysel Borak ve hate danîn û yek ji du alayên Kurdistanê jî ji alî endamê eynî partiyê Omer Xelîkan ve hate hildan.

 

Heman girse ji bo resepsiyon û danasîna pirtûka binavê « Un génocide oublié : la voix brisé du peuple kurde / Jenosida jibîrkirî : dengê ketî yê gelê kurd » a Béatrice Dilliersê derbasî Seraya abîdeyî ya Başûr à li Parka André Citroën bû. Li wir birêz Kendal Nezan û Elî Dolemarî li ser mezinahî û girîngiya jibîrnekirina vê Jenosîdê axivîn.

 

Birêz Kendal Nezan got « Beriya niha bi 36 salan Balafirên (Mig 23) hêzên hewayî yên Iraqê li bajarê Helebceyê Kurdên sivil bombebaran kirin. Di ecama vê êrîşê de, 5 hezar sivîlên Kurd bi gazên kîmyayî ji alî rejima Sedam ve hatin kuştin û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn. Raya girştî ya cîhanê ; çi Ewropa, çi Emerîka, çi Sovyeta berê û hevalbedên wê yên komunîst û Yekîtiya Erebî li hemberî vê Komkujiyê bêdeng man. Ji ber ku Sedam him hevalê wan û him jî mişteriyekî wan ê girîng ê çekan bû. Wêneyên vê tevkujiyê raya giştî şaş û mat kirin, ji bo wê desteya NY ji bo lêkolînê bilez çû qada êrîşê, girîngî û meziahiya vê tawanê tesbît kir. Lê li ser daxwaza Washîngtonê, ji bo ‘propagandaya Îranê neke’ dev ji desnîşankirina tawanbaran geriya. Jahrîkirina Helebceyê xeleka dawîn a kampanyaya jenosîdê ya Anfalê bû, ku di navbera salên 1987-88ê de ji alî Bexdayê ve hate birêvebirin. Di vê kampanyayê de 5000 gund, 30 bajarok hatin wêran kirin û aboriya Kurdistanê hate têk dan û bû sedema 182 000 şehîdên tesbîtkirî, ku piraniya wan di gorên komikî yên bi buldozeran hatibûn kolan de hatibûn veşartin. Tawanbarên vê komkujiyê bi saya desteserkirina arşîvên Iraqê ji alî Kurdan ve hatin destnîşan kirin… »

 

Biranîn bi xwarin û vexwarina aparatif bidawî bû.

 

Rûpela Nû / Parîs

Yaqûb Karademir

whatsapp-image-2024-03-17-at-11-06-15-1.jpegwhatsapp-image-2024-03-17-at-11-06-15.jpegwhatsapp-image-2024-03-17-at-11-06-15-2.jpegwhatsapp-image-2024-03-17-at-11-06-15-3.jpegwhatsapp-image-2024-03-17-at-11-06-15-4.jpegwhatsapp-image-2024-03-17-at-11-06-15-5.jpegwhatsapp-image-2024-03-17-at-11-06-15-6.jpegwhatsapp-image-2024-03-17-at-11-06-16.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin