Jêderê nav HSDê dûrxistina Mezlûm Ebdî ji fermandariya giştî piştrast kir

Jêderê nav HSDê dûrxistina Mezlûm Ebdî ji fermandariya giştî piştrast kir

.

A+A-

 Ev demek e nûçeyên dûrxistina Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser torên medyayî digerin, lê vê carê jêderekî ji nav HSDê piştrast kir ku PKKê Mezlûm Ebdî dûr xistiye û kesekî din li şûna wî erkdar kiriye.

Jêderekî ji nava HSDê ji K24ê re gotiye, bi fermana PKKê Fermandarê Gistî yê HSDê Mezlûm Ebdî di postê xwe de nemaye û niha ew tenê weke hevahengkar di navbera HSD û Hevpeymaniya Navdewletî de maye.

Li gor jêderê K24ê, Mehmûd Reş li şûna Mezlûm Ebdî hatiye erkdarkirin ku kesekî nêzîkî Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik e û berî niha di hevdîtineke xwe de gefa êrîşkirina li ser Herêma Kurdistanê xwaribû.

Heta niha HSDê bi fermî behsa van guhertinan nekiriye, herwiha ew nûçe jî red nekiriye.

Her çiqas serkirdeyên PKK bi berdewamî dibêjin ew destêwerdanê di biryarên Rêveberiya Xweser û HSDê de nakin jî ev guhetinên bi fermana wê, rastiya destêwerdana PKK û bi taybet Cemîl Bayik di nava karûbarên Rojavayê Kurdistanê de piştrast dike.

Berî çend rojan Bayik di hevpeyvîneke xwe de gotibû, ew nikarin li dijî Beşar Esed û Sûriyê rawestin û her çiqas helwesta Esed li beramberî Kurdên Rojava nerênî be jî, ew ji ber dostaniya di navbera Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û malbata Esed de naxwazin li dijî Esed bin.

Di heman hevdîtinê de Bayik daxwaz kiribû, tevahiya hêzên biyanî ji Sûriyê derkevin û di nava wan de Amerîka jî. Ev di demekê de ye ku çavdêrên siyasî li ser wê yekê tekez dikin, hebûna Amerîka li herêmê, dê rê li ber derbasbûna Tirkiyê bo herêmên Kurdî bigire.

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl jî piştî van daxuyaniyên Bayik di hevpeyvînekê de gotibû, ew amade ne biçin Şamê û bi rêjîma Esed re rûnin. Aldar Xelîl bi eşkere gotibû, kesê li Şamê hikum dike, nûneratiya Sûriyê bi giştî dike.

Daxuyaniyên serkirdeyên PKKê, rewşa li Rojavayê Kurdistanê aloztir dikin, bi taybetî ku niha Tirkiyê gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî ya nû li Rojavayê Kurdistanê dixwe.

Herwiha niha metirsî heye hikûmeta Sûriyê careke din vegere Rojavayê Kurdistanê û herêmê kontrol bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin