Îstîxbarata Îranê li Îlamê çalakvanê Kurd Mûsa Umîdî girt û dahatûya wî nayê zanîn

Îstîxbarata Îranê li Îlamê çalakvanê Kurd Mûsa Umîdî girt û dahatûya wî nayê zanîn

.

A+A-

 Piştî şerê navbera Îranê û Îsraîlê rawestiya, rêvebiriya Îranê berê xwe daye ser Kurda, wan digre, li wan îşkence dike, ciyên wan binçavkiriyên Kurd nayê zanîn û ti agahî nadin malbatên wan û parêzerên wan nikarin li wan bipirsin.

Vê carê li bajarê Îlamê çalakvanê Kurd Mûsa Umîdî ji aliyê îstîxbarata Îranê de (IRGC) hat girtin û ew birine ku derê nayê zanîn. Li gor ragihandina Hengawê; di 2yê Temmûzê de hêzên îstîxbarata Îranê li bajarê Îlamê avêtine ser mala Umîdî, telefona wî, komputer, hinek pirtûk û alavên taybet yên wî desteser kirine û sedema binçavkirina wî û li ku derêye nayê zanîn.

Hêzên asayîşa Îranê gelek caran bangî Umîdî kirine ew birine baregehên xwe, îfadên wî sitendine û lêpirsîna wî kirine.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin