Îstîsmara zayendî li zaroka ji bin kavilan derxistin kirine

Îstîsmara zayendî li zaroka ji bin kavilan derxistin kirine

.

A+A-

Dozgeriyê ji bo wê îdiayê lêpirsîn daye destpêkirin ku dibêjin îstîsmara zayendî li zaroka li Hatayê ji bin kavilan derxistine kirine.

Bibîrxistin

*Ji ber berjewendiyên zarokê, me di vê nûçeyê de behsa hûrgiliyan nekir.  

*Dibe ku nûçe ji hêla tundkariya mêran û îstîsmarê ve te aciz bike. Ger rewşeke wisa çêbibe, tu dikarî serî li Mor Çatiyê an jî saziyên peywendîdar bidî. 

Li gorî îdiayekê kesê bi navê Haşim Cemal E. îstîsmara zayendî li keça 13 salî ya sûriyeyî kiriye ku keç li Hatayê ji bin kavilên erdhejê hatiye derxistin. Her weha li gorî heman îdiayê zêrên di dest û sînga xwişka heman keçê jî dizîne.

Dozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê îdiayan de lêpirsînname amade kiriye û îfadeyên zarokê û jinê wergirtine.

Birayê her du keçên sûriyeyî Mûhammed Bîlal K. ji bianetê re axivî û behsa bûyerê kir:

“Di dema erdhejê de em li Hatayê bûn. Dema ez, birayê min, dêya min û bavê min di bin kavilan de bûn, xwuşka min R. ya 14 salî xwuşka min a mezin F. birine Nexweşxaneya Dewletê ya Hatayê. Ez di roja sêyem de ji bin kavilan derketim.

“Herdu xwuşkên min piştî 10 saetan rizgar kirine. Xwuşka min got ku dema ew çûne nexweşxaneyê kesekî bi navê Haşîm Cemal E. îstîsmara zayendî li wê kiriye.

“Gûmanbar çûye ba xwuşka min û jê re gotiye, ‘ka tiştek bi te bûye’ û ew îstîsmar kiriye. Dema xwuşka min xwestiye jê dûr bikeve wî bera pê wê daye.

“Mêrî heman tişt li jinên din ên li nexweşxaneyê kiriye. Kesekî ku bi navê wî bang lê dikir, ji xwuşka min re navê wî gotiye. Min jî lêkolîna wî kir û hesabên wî yên medyaya civakî dît û min fotografên wî nîşanî xwuşka xwe da û ew diyar kir.

“Min zanyariyên navnîşan û tiştên din jî li ser medyaya civakî peyda kirin. Di hesabên xwe yên medyaya civakî de gotiye ku ew li Reyhanliyê dijî. Herdu xwuşkên min piştî demekê birin nexweşxaneya Edeneyê. Xwuşka min niha li Stenbolê li nexweşxaneyekê tê dermankirin.” (EMK/FD)

*Ji bo careke din mafên wan neyên binpêkirin me navên zarokan û yên kesên din neweşand. 

 

Nûçe: Evrim Kepenek / Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin