
Îsraîlê li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
.
A+A-
Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê derbarê rewşa Kurdên li Sûriyeyê peyamek belav kir û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî kêmîneyan.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku Kurdên li Sûriyeyê tenê ji ber nasnameya xwe rastî zext û zoriyan tên.
“Kurd rûbirûyî koçberiyê dibin”
Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Dema ku cîhan nîqaşa sernavan dike, kêmîne di bêdengiyê de tên tunekirin.
Kurdên li Sûriyeyê rûbirûyî koçberî, zext û tundiyê dibin. Tenê ji ber ku ew kî ne.”
“Bêdengî ne bêalîbûn e”
Di dawiya peyamê de bal hat kişandin ser gerdûniya mafên mirovan û hat gotin:
“Mafên mirovan ne bijartî ne. Bêdengî ne bêalîbûn e.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin