Îsraîlê li Şamê xist!

Îsraîlê li Şamê xist!

Hate ragihandin ku balafirên Îsraîlê eniyên leşkerî yên li herêma El Katîf a nêzîkî Şamê bi 3 moşekan xist. Pergala parastina hewayî ya Sûriyeyê balafireke aîdî Îsraîlê xist û moşekên ku hatibûn pekandin îmha kirin.

A+A-

Televîzyona dewleta Sûriyeyê ya fermî (SANA) ragihand ku balafirên Îsraîlê 3 moşek avêtin eniyên leşkerî yên li herêma El Katîf a nêzîkî Şamê.

Li gor daxuyaniyê, pergala parastina hewayî ya Sûriyeyê balafireke aîdî Îsraîlê xist û moşekên ku hatibûn pekandin îmha kirin.

SANAyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Balafirên Îsraîlê pêşî ji qada hewayî ya Libnanê moşek avêtin. Piştî ku balafirekê derb xwar vê carê ji Çiyayê Golanê êriş hat kirin, lê ev moşek ji aliyê pergala parastin a Sûriyeyê ve hatin îmhakirin. Herî dawî Îsraîlê ji sînorê xwe moşek pekandin yek ji van moşekan jî hat îmhakirin, lê yên din zirara aborî çêkirin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin