Îsraîlê êrişî Sûriyê kir

Îsraîlê êrişî Sûriyê kir

.

A+A-

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê mûşekên balafirşikên avêt û wekî bersiv wan êrîşî baregehên ku leşkerên hikûmetêd lê ne kir. Sûriye jî dibêje ku serbazeke wan hatiye kuştin û 5 leşkerşn din jî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî yê artêşa Îsraîlê hat dayîn, ji ser axa Sûriyê ber bi Îsraîlê va mûşeke balafirşikên hat avêtin. Lê pêdivî pê çênebû ku pergalên parastina esmanî midaxale bikin û fuze li sehaya esmanî ya Îsraîlê teqiya.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku wekî bersiv Îsraîlê êrîşî baregehên hêzên hikûmeta Sûriyê kir.

Hikûmeta Sûriyê ev nûçe piştrastkiriye dibêje ku Îsaraîlê 2 caran bi mûşekan êrîşî ser derdora Şamê kiriye, wan beşek ji mûşekên Îsrîlê xistine xwarê lê di encama wan êrîşan de serbazekî wan jiyana xwe ji dest daye û 5  yên din jî birîndar bûne

Leşkerek hat kuştin û 5 esker birîndar bûn

Li gor SANAya ajansa nûçeyan a hikûmeta Sûriyê, Îsraîlê êrîşa esmanî kir û paşê mûşek avêtin.

Di nûçeyê de hatibû gotin ku di êrîşên Îsraîlê de leşkerekî hikûmeta Sûriyê hat kuştin, 5 leşker birîndar bûn.

Qanala nûçeyê ya el-Îxbariyeyê ya hikûmetê jî îdia kir ku ji alî Îsraîlê ve li ser der û dora Şamê êrîşên asmanî hatin kirin û wiha gotibû "Pergala me ya parastina asmanî li hemberî mûşekên dijmin kar kir û hinek daxistin."

Hikûmeta Esed di 31ê Çileyê de jî îdia kiribû ku Îsraîlê êrîşa hewayî biriye ser Şam û der û dora wê.

Îsraîl ji sala 2011an vir ve ku şerê navxweyî dest pê kiriye, car caran li Sûriyeyê êrîşî ser deverên leşkerî yên hikûmeta sûriyê û komên çekdar ên biyanî yên nêzî Îranê ne, dike.

Rayedarên Îsraîlî di mijara êrîşên li ser axa Sûriyeyê tên kirin de ji şîroveyan dûr disekinin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin