Îsraîl: Me Fermandarê Hêzên Deryayî yê Supaya Pasdaran kuşt

Îsraîl: Me Fermandarê Hêzên Deryayî yê Supaya Pasdaran kuşt

.

A+A-

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku Fermandarê Hêzên Deryayî yê Supaya Pasdaran Elî Reza Tengsîrî di êrişên welatê wî yên li Bender Ebasê de hatiye kuştin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz li ser mijarê daxuyanî da.

Israel Katz got, " Fermandarê Hêzên Deryayî yê Supaya Pasdaran Elî Reza Tengsîrî di êrişên welatê me yên li Bender Ebasê de hate kuştin."

Israel Katz her wiha got, "Hêzên parastinê yên Îsraîlê Fermandarê Hêzên Deryayî yê Supaya Pasdaran kuşt.

Ew kesê ku rasterast berpirsê karên terorîstî, danîna bombeyan û girtina Tengava Hurmizê ya li ber keştîvaniyê bû, hate kuştin."

"Em ê armancên xwe pêk bînin"

Katz her wiha eşkere kir, "Em dê bi hemû şiyana xwe ji bo bidestxistina armancên xwe yên şer ên li Îranê bixebitin."

Elî Reza Tengsîrî beriya du rojan gotibû, "Me li hemû giravên Îranê ji bo êrişkaran gor amade kirine."

Şerê di navbera Îran û Amerîka - Îsraîlê de 28ê Sibata 2026an dest pê kir û heta niha jî didome.

Ji destpêka şer ve gelek fermandarên Supaya Pasdaran û berpirsên Îranî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine hedefgirtin û kuştin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin