Îsraîl: Kurd li Helebê bi bêdengî tên tunekirin

Îsraîl: Kurd li Helebê bi bêdengî tên tunekirin

.

A+A-

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê ragihand ku li Helebê li dijî Kurdan pêvajoyeke "paqijiya nijadî" tê birêvebirin û bi tundî rexne li bêdengiya civaka navneteweyî girt.

Rojavayê Kurdistanê di bin dorpêç û êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê de ye.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê diyar kir ku Kurdên li Helebê rûbirûyî pêvajoyeke sîstematîk a "tunekirinê" bûne.

"Bêdengî ne bêalîbûn e"

Di daxuyaniya ku li ser hesabê fermî yê medyaya civakî yê Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê hat belavkirin de, hat diyarkirin ku civaka navneteweyî çavê xwe li ber karesata Helebê girtiye.

Di peyamê de wiha hat gotin: "Ji ber bêdengiya navneteweyî Kurd li Helebê tên tunekirin (tên jêbirin). Sedema yekane ya van êrişan ew e ku ew kî ne (nasnameya wan a neteweyî ye)."

Wezaretê daxuyand ku parastina mafên mirovan nabe bijartî be û hişyarî da:

"Bêdengiya li hemberî vê mijarê ne nîşana bêalîbûnê ye, şirîkatiya sûc e."

Destpêka şer û pevçûnan

Şer û pevçûnên li herêmê, 6ê Kanûna Paşîna 2026an bi êrişên berfireh ên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li ser taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê dest pê kiribû.

Taxên navborî wekî taxên Kurdan tên naskirin.

Hat ragihandin ku hêzên hikûmetê di demeke kurt de kontrola van taxan xistiye destê xwe û di encama operasyonan de bi sedan sivîlan canê xwe ji dest daye û bi hezaran kes jî koçber bûne.

Şer li Rojavayê Kurdistanê belav bû

Çekdarên artêşê piştî kontrolkirina taxên Helebê, operasyonên xwe berfireh kirin û berê xwe da herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de.

Her çi qasî di hefteyên borî de di navbera hikûmeta HSD û Şamê de çend caran agirbest hatibe ragihandin jî şerê li qadê nehat rawestandin.

Her du alî hevdû bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dikin û bêencammana hewldanên dîplomatîk dibe sedema kûrbûna krîza mirovî ya li herêmê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin