Îsraîl: Em ji bo rûbirûbûna Îranê amadekarîyan dikin

Îsraîl: Em ji bo rûbirûbûna Îranê amadekarîyan dikin

Sererkanê Artêşa Îsraîlê radigihîne ku ew amadekarîyên bo rûbirûbûneke li gel Îranê dikin û got ku ew rê nadin Îran li Iraq û Sûrîyê bicih bibe.

A+A-

Navenda NûçeyanSererkanê Artêşa Îsraîlê Avîv Kohav, li konferanseke li bajarê Herzîlya li Îsraîlê, dawîn pêşhatên li navçeyê nirxandin û got, “Egera wê heye em tûşî rûbirûbûneke sînordar bin li gel Îranê û em niha jî xwe bo wê rûbirûbûnê amade dikin.”

Kohav amaje bi wê jî kir, “Em rê nadin Îran pêgeha xwe li Sûrîye û Iraqê bihêz bike” û bi aşkere jî îtîraf bi wê kir ku hêzên asmanî yên Îsraîlê êriş birine ser çend armancên li nav Iraqê.

Sererkanê Îsraîlê derbarê wê mijarê de dibêje, “Iraq di nav şerekî navxwe de derbas dibe ku tê de Hêza Qûdisê rojane çalakîyan encam didin. Ev jî di demekê de ye ku ew welat bûye navçeyeke wisa bi rêkûpêk nayê birêvebirin. Çekên pêşkevtî mehane bi şêweyekî qaçax ji alîyê Hêza Qûdisê ve tên veguhastin bo nav Iraqê û em jî nikarin rê bi vê yekê bidin.”

Avîv Kohav amaje bi wê jî kir, Îran li ser pêkanîna mûşekên dûravêj berdewam e û pîşesazîya çekan a Îranê ji pîşesazîya çekan a Îsraîlê mezintir e. Ev jî dibe sedem ku şarezayên serbazî yên Îranê bikarin mûşekên dûravêj pêkbînin bi wî awayî metirsîyê li ser Îsraîlê pêk bînin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin