ISIG: Di deh mehên destpêkê yên sala 2021an de herî kêm 1853 karker mirine

ISIG: Di deh mehên destpêkê yên sala 2021an de herî kêm 1853 karker mirine

.

A+A-

Li gorî rapora ISIGê di meha Çiriya Pêşiyê de herî kêm 165 karker mirine. Ji wan karkeran jê16 jin, 149 jî karkerên mêr bûne.

Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) rapora xwe ya meha Çiriya Pêşiya 2021an a derbarê mirina karkeran de aşkere kiriye. Li gorî raporê di meha Çiriya Paşiyê de herî kêm 165 karker mirine. Di deh mehên destpêkê yên salê de jî herî kêm 1853 karker mirine.

2 zarok û 16 jin jî mirine

Meclîsê ev zanyarî parve kirine:

Ji 165 kedkaran 145 jê bi maeşin(karker-fermanber) û 20 jê cotkar û esnafin.

Ji karkerên ku mirine 16 jê jin in, 149 mêr in. Jinên karker di qadên perwerde, metal, tenduristî û karên giştî de mirine.

Ji kesên ku di meha Çiriya Pêşiyê de mirine jê 3 welatiyê Sûriyeyê, 1 Afganistan û 1jî welatiyê Gurcistanê bûye. Hemû jî penaber/koçber bûne.

*Di sektora çandiniyê de 17 karker û 5 cotkar mirine.

*Ji çaran yeke mirinan di sektora pîşesaziyê de bûye.

*Piraniya mirinên ku ji ber Covîd-19ê pêk hatine di qadên tenduristî û buroyê de bûye.

*  Tenê 9 ango ji sedî 5,45ê karkerên ku mirine, endamên sendîkayekê bûne.

*Ji ber Covîd-19ê: 15 di qada tenduristî, 14  buro/perwerde, 3 kes jî di qada ewlekarîyê de mirine.

* Nîvê mirinên ku di qada avahîsaziyê de pêk hatine ji ber ketina di avahiyê de bûne.

*Du zarok di dema karî de mirine. Zarokên karker di sektora çandinîyê de kar dikirin.

Navên karkerên ku mirine ev in:

Süleyman Arık, Recep Yıldız, Hüseyin Köse, Mustafa Altıparmak, İbrahim Kös, Mustafa Yalçın, Kaya Dursun, Kemal Kamacı, Veli Bilen, Uğur Özmen, Nizamettin Alkan, Nedip Afgani, Ali Kubacık, Mehmet Sakı, Ali Özgün, Fehmi Batur, Mehmet Durmaz, Mehmet Esen, İsmail Demirci, Eyüp Ertuğrul, Şaban Coşkun, Mehmet Yıldırım, Cemil Hacıtemeloğlu, Ramazan Hacısalihoğlu, Sinan Taşkıran, Mustafa D., Ramazan Akkoyun, Zülküf Akarsu, İlyas Köken, Yakup Dursun, Erdal Aşkar, Zekeriya Yıldız, Fedai Büyüköztürk, Cemal Yücel, Mehmet Demir, Sadık Çiçek, Özkan Deniz, Suat Atlı, Ali Ekber Demirtaş, Murat Ceylan, Enes Burak, Yusuf Üzen, Abuzer Atakan Gür, Muhammet Saltuk Kalem, Murat Eken, Nedim Taş, Recep Kula, Kemal Kuruçay, Salman Ateş, Uğur Bakır, Ümmühani Yeşilkaya, Selami Bozacı, Yaşar Demirbaş, Melek İnci Göktuğ, Serdar Davarcı, Ali Yurdakul, Nurcan Uçar, Alihan Özkaya, Kamil Soydan, Lütfiye Terzi Özer, Ramazan Şadet Güvercin, Zeki Nalbantoğlu, Ahmet Tuğral, Ömer Gökdemir, Hasan Ali Yıldırım, Yılmaz Ateşalp, Ahmet Çukur, Ahmethan Şanlı, Emrah İlker, Aslıhan Kazın, İpek Akın, Engin Tümen, Ali Yücel, Muhammet Emin Şenateş, Ramazan Yalçın, Şakir Avcı, Köksal Zeynel, Ahmet İnanır, Ali Gökçe, Mustafa İhtiyar, Adem Sayın, Arif Kartal, Ferhat Akyol, Cömert Özcan, Zeki Zencirli, İbrahim Heydo, Hakan Kolcu, Mehmet Öztürk, Atakan Ağdaş, Nuri Aydın, Osman Güler, Muhsin Yalçın, Veysi Emre, Emin Özcan, İbrahim Yiğit, Ramazan Enes Şimşek, Nurettin Uçak, Bahri Dinç, Ali Bayar, Orhan Hançer, Kemal Demir, Ergün Yıldız, Emrullah Anşin, Ömer Faruk Kaya, Sinan Çelik, Nurbay Irmak, Gazi Çiçek, Süleyman Yavuz, Mustafa Yaş, Muzaffer Uzun, Dursun Güleç, Yusuf Kahveci, Hafız Yoğurtçu, Ümit Ceylan, Emre Özdoğan, Gökhan Nas, Metin Altun, Muaz Bellikli, Oğuz Güzey, Beka Iremadze, Serap Yeşil, Orhan Yurtcu, Bekir Koç, Rümeysa Berin Şen, Hüseyin Taflan, Lokman Toksoy, Fadıl Çekiç, Ahmet Dikmen, Elif Aydın Yamak, İlknur Ünal, Melek Çolak, Sevgül Memet, Ceren Döğerli Kantar, Hakan Kocaefe, Fatma Yeşil, Ramazan Öztürk, Abdullah Canataroğlu, Nagihan Özcan, Mustafa Duran, Emrah Meydan, Ömer Fırıncı, Ayberk Karagöz, Bülent Üstüner, Cebrail Şahin, Muharrem Can, Ferdi S., Mustafa Arslan, Ahmet Özbey, Mehmet Güngör, Bilal Öztürk, Adem Topbaş, İrfan Çelik, Süleyman Şen, Turgay Kayaalp, Yavuz Barlas, Necmiye Çavdar, Yaşar Soylu, Ali Doğan, A.E., Namık Çöloğlu, Seyfettin Kara, Salih Tiriç, Abubekir Akpınar, Recep Polat û navê karkerek jî nehatiye zanîn…

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin