Îsal 726 Jin û Zarokên DAIŞ ji Sûrîyê jibo Welatên Wan Hatine Vegerandin

Îsal 726 Jin û Zarokên DAIŞ ji Sûrîyê jibo Welatên Wan Hatine Vegerandin

.

A+A-

Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê dibêje ji destpêka sala 2023'an ve heye 12 vê mehê, 726 zarok û jin ji malbatên bîyanî yên DAIŞ hatine radestkirin bo welatên cuda.

13 welatên bîyanî 555 zarok û 171 jin ji malbatên DAIŞ’ê wergirtin, li gor van daneyan. Ji vê hejmara giştî 74 zarok 28 jin di hefteya borî de hatin radest kirin.

Karbidestên Rêvebirîya Xweser ji tevgera vegerandina malbatên DAIŞ’ê yên bîyanî ne razî ne. Ew doza damezrandina koalisyoneke navnetwî ya sîyasî taybet bi çareserkirina bermahîyên şerê DAIŞ’ê dikin.

Li gor raporteke Neteweyên Yekgirtî, li kampa Roj nêzîkî 3,000 kes dimînin ku 65 ji sedî ji wan zarok in.

Rêvebirîya Kampa Holê jî dibêje nêzîkî 60 hezar kes ji malbatên DAIŞ’ê lê hene ku bêtirî 30% zarok in.

Xalid Îbrahîm, Endamê Rêvebirîya Desteya Karê Derve ya Rêvebirîya Xweser, ji Dengê Amerîka re nerazîbûna wan ya ji tevgera vegerandina jin û zarokên DAIŞ’ê nîşan da.

Brahîm doza çareserkirineke navnetewî jibo pirsgirêka bermayên DAIŞ li Sûrîyê kir.

"Çawa şerê dijî DAIŞ’ê bi hevkarîya navnetewî hat kirin, divê wiha jî çareserî navnetweyî be," Îbrahîm got

Çavdêr bawer dikin ku faktorên cûda yên sîyasî û ewlekarî dibin sedem pêş vegerandina malbatên DAIŞ’ê jibo welatên wan.

Rojnamevan Robîn Omer dibêje ku welatên cîhanê ji van kesan bitirs in ku heger vegerîyan bibin gefên mertisîdar li welatên wan.

"ji bilî sedemên ewlekarî, sedemên sîyasî hene ku partîyên desthilatdar li Ewrupayê bitiirs in ku biryara vegerandinê bandoreke neyênî ser dengên alîgirên wan di hilbijartinan bikin," Omer got

Raporta sala 2023'an ya Buroya Dijî Terorê ya Wezareta Derve ya Amerîkî ku got ku nîvê rûniştvanên kampa Holê li Sûrîyê jêr gefa leşkerkirinê ji alîyê DAIŞ’ê ve ne.

Pispor bawer dikin ku Kampa Holê bûye hêlêna DAIŞ ya paşeroje, û zarokên ku ser destê dayikên xwe perwerde dibin projeya cîhadîyên paşerojê ne.

Rojnamevan Zana Elî dibêje her roj zarokên DAIŞ’ê li kampa Holê perwerdeya şer dibînin

"Lîstokên zarokan li kampa Holê nûnertîya şer û kuştinê ye," Elî ji Dengê Amerîka re got.

Di Adara sala 2019'an ji encama şerê Baxozê de bi hezaran çekdarên DAIŞ’ê tevî malbatên xwe, xwe radestî Hêzên Sûrîya Demokratîk û koalisyona navnetewî ya şerê dijî DAIŞ kirin.

Wê demê ew hatin vegustin kampa Hol û Roj li herêmên Kurdên Sûrîyê.

Ji wê demê de Rêvebirîya Xweser û koalisyon dozê li civaka navnetewî dikin ku jin û zarokên DAIŞ’ê vegerînin welatên wan, lê karbidest û pispor dibêjin ku asta vegerandinê kêm e û dem derbaz dibe û zarokên DAIŞ’ê di nava jîngeheke radîkal ya metirsîdar de mezin dibin.

Nuçe: Dengê Amerîka

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin