Îro serlêdana dersa Kurdî bidawî dibe

Îro serlêdana dersa Kurdî bidawî dibe

.

A+A-

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê îro Duşemê 7ê Sibatê roja dawî ya hilbijartina dersên bijarte ye.

Xwendekarên polên 4-5-6-7 dikarin îro hata demjimêr 5ê êvarê ji lîsteya dersên bijarde zimanê Kurdî hilbijêrin.

Herwiha ew xwendekarên ku niha di pola 4ê de ne û dixwazin sala bê di pola 5 de dersa zimanê Kurdî hilbijêrin, divê îro 7ê Sibatê heta demjimêr 5ê êvarê dersa xwe hilbijêrin.

Li gorî sîstema xwendinê a dersa bijarte, eger 10 xwendekar daxwaza dersekê bikin, poleke taybet ji wan re tê vekirin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê proseya serlêdana dersên bijarte berdewam e û xwendekar dikarin heta 7ê Sibatê, dersên şêwazarên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî hilbijêrin.

Dersa bijarte û awayê hilbijartina wê

-Xwendekarên polên 4-5-6-7 dikarin waneya Kurdî hilbijêrin.

-Ev yasa sala 2012ê derket û niha kar pê tê kirin.

-Ti astengiyeke yasayî li pêşiya hilbijartina waneya  Kurdî nîne.

-Li her dibistanekê eger 10 xwendekar waneya Kurdî hilbijêrin, poleke taybet a wê waneyê tê vekirin.

-Di hefteyekê de 1 ta 2 demjimêran ew wane tê xwendin.

-Divê rêveberê dibistanê forma waneya bijarte bide xwendekaran.

-Di wê formê de zêdeyî 25 wane hene ku yek ji wan zimanê Kurdî ye.

-Forma waneya bijarte bi rêya online jî tê tijîkirin.

-Dayik û bav dikarin serdana dibistanê bikin û wê formê werbigirin.

Hejmara xwendekar û mamosteyan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê milyonek û 148 hezar mamoste hene; 79 ji wan mamosteyên zimanê Kurdî ne.

-2018: 3 mamosteyên zimanê Kurdî hatine damezrandin

-2019: Mamosteyên zimanê Kurdî nehatine damezrandin

-2020: 1 mamosteyê zimanê Kurdî hatiye damezrandin

-2021: 3 mamosteyên zimanê Kurdî hatine damezrandin

Astengiyên li pêşiya xwendina dersa Kurdî

-Bê agahiya ji waneya Kurdî ya beşeke Kurdên li bajarên Tirkiyê dijîn

-Nebûna pêdagiriyê li gel beşeke malbatên Kurd bo waneya Kurdî

-Hebûna waneyên olî di lîsteya waneyên bijarte de

-Eger xwendekar waneya olî hilbijêre, nikare Kurdî bixwîne

-Negihiştina hejmara 10 ya kesên daxwaza waneya kurdî dikin, bi taybet li bajarên Tirkiyê

-Beşeke rêveberên dibistanan behsa nebûna mamosteyên Kurdî dikin û xelkê ji waneya Kurdî sar dikin

Di roja 3ê Çilleyê îsal de tomarkirina navan ji bo hilbijartina waneyên bijarde destpê kir, ew dem 21 roj bû lê Wezareta Perwerdeya Tirkiyê roja pêncşema 20 Çile ragihand, ji ber rewşa ne baş ya seqayê, xwendekar nikarin biçin dibistanan û ji ber vê yekê biryar dan ku destnîşankirina dersên bijarte heya 7 Sibatê bê dirêjkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin