Îro pêwîstiya Bakurê Kurdistanê ji çi heye?

Îro pêwîstiya Bakurê Kurdistanê ji çi heye?

Bûbe Eser

A+A-

Bi salan e, siyasetmedarên me, rewşenbîr û zanên me her li ser kêmaniya rewşa siyasî ya bakurê kurdistanê rawestiyan in. Gotinin û nivîsînin. Lê em dinerin ji wan gotin û nivîsana hema yek jî neketine jiyanê. Helbet hin îstîsna ne tê de.

Hûn ya rastî bixwazin îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji gelek tiştan heye.  Ji wan gelek tê zanîn û dîtin. Lê mixabin hin hene, çavên xwe digirin ji bona wan nebînin, hin guhên xwe digirin ji bona wan dengên lazim nebihîzin. Hina zimanê xwe xwarina bo nebêjin.

Bi salan e, siyasetmedarên me, rewşenbîr û zanên me her li ser kêmaniya rewşa siyasî ya bakurê kurdistanê rawestiyan in. Gotinin û nivîsînin. Lê em dinerin ji wan gotin û nivîsana hema  yek jî neketine jiyanê. Helbet hin îstîsna ne tê de.

Mirov zêde yî çel salan tiştekî bêje û ew pêk neyê, divê mirov êdî vê pirsê ji xwe bike. `Ya ez şaş dibêjin û li gor rewşê tevnagerim. Ya jî em fêm nakin ku em ê çawa xwe bi hêz û qawet bikin`. Ya herî girîng û li gor min destên tarî ji roja tevgera bakurê kurdistanê bi şiûra neteweyî dest avêtiye meselê, ketiye nava wan û nahêle tevgera bakurê kurdsitanê xurt bibe.

Ew destên tarî bi rêya du sedema ketine nava me û her dem ev ji bona têkbirina tevgera kurdistanî bi kar hatine anîn. Destek ji destên çepên tirkan e, em ji wan gelek tiştên xerab fêr bûne ya jî wan em weha fêr kirine ku em hê jî nikarin dev ji vê berdin.

Ya dudan jî tesîra dîn ango olê ye ku wan jî bi rêya ummetê xwestine û dixswazin kurdan ji rêya wan a neteweyî vegerîne. Ez pir bi rehetî dikarim bêjim ev herdu jî bi serketine. Ji ber ku herdu jî bi destê dewleta kûr ango ergenekonê têne meşandin.

Bi serketine, ji ber ku hêjî vana di nava tevgera kurdistanî de xurt in.Li ser kar in û nahêlin tevegereke xurt û neteweyî li bakurê kurdistanê pêk bê da ku ew jî bikaribe alîkariya brayên xwe yên perçên din jî bikin.

Çep û oldarên tirkan yên ku ergenekon wan bi rêve dibe, welatparêzin kurdan fêrî gelek tiştên xerab kirine ku ew zû bi zû nikarin doza gelê xwe bi awayekî neteweyî bidomînin.

Çi dema rêxistineke neteweyî dikeve ser rê kar û barê welatparêzî dike, ji bona azadiya gelê xwe bedel dide. Tam tê wê konaxê êdî wê bibe altarnatîf, em hew dibînin perçe dibe. Ew perçebûn çawa pêk tê, wê lawazbûnê kî û çima pêk tînin heta niha jî nehatiye zanîn. Ya rastî tê zanîn. LÊ……

Rêxistin û partiyên me jî di vî warî de xwe newestandine, ya ji destên wan nehatine ya jî nikarîbûn bigotina .Dibe ku ev rewş li gor hesabê hinan jî be. Ne fikirîne ku çima li wan weha tê. Nafikirin û nikarin sedemê vê perçebûnê bibînin an jî hin hêz û qawet nahêlin ev bê dîtin.

Ev bû zêdeyî çel salane her tê gotin ku pêwîstiya bakurê kurdistanê ji rêxistineke nûjen heye. Li gor vê tezê jî hin rêxistinan belav dikin, bê hêz û qawet dikin û me nedît ew hêza hin tim behsa wê dikin hatiye damezrandin.

Ev mijareke bi serê xwe ye û ez niha naxwazm bikevim nava vê mijara gemarî ku tim ji teref hinan tê meydanê ango tînin zimên ku pêwîstiya bakurê kurdistanê ji rêxistineke nûjen, taze heye.

Gelo çima ew kesên weha dibêjin nanivîsînin û nabêjin  ew rêxistina ku ew dixwazin heye. Madem heye çima nanivîsînin û nabêjin;` ku kurdno werin em bi hevre vê xurt bikin da ku bila altarnatîfeke xurt li bakurê kurdistanê peyde bibe`.

Gelo çima partiyên me, rêxistinên me, siyasetmedarên me, zana û bîrewirên me careke li ser vê nasekinin ku ji salên 1970 û heta roja îro tevger, rêxistin û partiyên  bakurê kurdistanê her perçe bûne û nebûne xwedî hêzek xurt û neteweyî.

Ez dibînim û dixwînim ku hê jî ew fikra pêwîstiya bakurê kurdistanê ji rêxistineke nû heye, di rojevê de ye û ev hê jî tê bi karanîn.

Li gor min êdî ev fikir ji xizmeta kurd û kurdistanê dûr û ji bona rêxistineke xurt, çalak peyde nebe bi zannetî tê gotin û nivîsîn.

Di dîroka gelê me ya bakurê kurdistanê ji sala 1970 û heta roja îro her me rêxistina pêwîst bû ye damezrandiye lê dema xurt bûye dîsa me bi destên xwe ew belav kirî ye.

Îro piraniya partî û rêxistinên bakurê kurdistanê ji kesên me yên berê ango ji kadroyên salên 1970 pêk tên. Hinan her çend rêxistin belav jî kiribin, em dibînin îro dîsa piraniya wan rêvebir in. Ji ber ku kurd fêr nebûna dema bi ser neketin, pêwîst e dev jê berdin û  sedema em bi ser nakevin yek jê jî ev e.

Divê bê zanîn, bi mejiyê salên heftê, bi porên sipî û bi temenê mezin mirov nikare rêxistineke çalak, nûjen û modern damezrîne an bi rê ve bibe.

Daxwaza min ew e ku ew braderên her gotine, dibêjin û wê hê bêjin pêwîstiya rêxistineke nû heye, bila carekê jî binivîsînin ku ew rêxistin heye, da ka were em wê  bi hevre xurt bikin, çalak bikin, bi hêztir bikin da ku bibe altarnatîf.

Bila carekê jî bêjin û binivîsînin, xelasî û azadî ne di damezrandina partiyên nû de ye. Azadî û serxwebûna kurdistanê bi xurtkirina hêzeke neteweyî heye û îro em bi girseyî piştigiriya kîjan rêxist an partiyê bikin ew dikare rola xwe bilîze.

Her weha ez dibêjim ew rêxistina ku sibê bikaribe bi erkê xwe yên neteweyî ve rabe, ew rêxistina dikare xelkê xwe li dor xwe bicivîne, ew rêxistina dikare xwedî li rewşenbîr û dezgehên xwe derkeve PAK e. ango Partiya Azadiya Kurdistanê ye.

Çima vê dibêjim;

Bi çalakiyên xwe, bi xebatên xwe., bi dîtin û nerîna xwe, bi nûjenî ya xwe îro ew ango PAK  dikare bersîva gelê me bide NA. Ha ew niha têr dike NA. Ew niha partiyeke di her warî de mukemele NA. Ew partiya ez, tu em dixwazin ew e NA.

Ev partî kêmaniyên wê hene ERÊ, ev partî weke em dixwazin ew e NA. Lê bi beşdarbûna me, bi alîkariya me, ew dikare bibe ew partiya ku em dixwazin.ERÊ

Divê em vê baş bizanibin ku heta li bakurê Kurdistanê rêxistineke bi hêz, bi qawet dernekeve dê tu yekîtî û eniyeke neteweyî jî pêk neyê.

Bi rêxistinên lawaz mirov nikare hêza xurt bixuliqîne….

Sedema min navê PAKê da ev e; ew ne berdewamiya tu rêxistinên berê ye. Ne îdeolljîk e. Ew teng nafire û dixwaze xwedî li hemî hêjayiyên gelê xwe derkeve. Partiyeke neteweyî û xwedî helwesta damezrandina kurdistanê ye.Serokekî wê yî ciwan, zana û têgihiştî heye.

ÊDî HÛN DIZANIN...

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin