Îro 54emîn salvegera Peymana 11ê Adara 1970ê ye

Îro 54emîn salvegera Peymana 11ê Adara 1970ê ye

.

A+A-

Di ser Peymana 11ê Adara 1970an ku yek ji bûyerên girîng ên dîroka Kurdistanê ye re 54 sal derbas bûn.

Rêkeftina fermî ya ku di navbera Iraq û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de bo yekem car di dîroka Kurdistanê de hatiye îmzekirin, ji bo naskirina mafên dîrokî yên neteweya Kurd xwedî girîngiyeke mezin e.

Her çend piştî îmzekirina wê rêkeftinê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve nehate cîbicîkirin jî, lê di dîroka Kurdistanê de destkefteke girîng e û weke rojeke dîrokî tê dîtin.

Di Şoreşa Îlonê de bi pêşengî û têkoşîna Mele Mistefa Barzanî di navbera hikûmeta Iraqê û PDKê de peymana dîrokî hat îmzekirin.

Peymana 11ê Adara 1970ê yek ji girîngtirîn bûyerên dîroka Kurdistanê ya sedsala 20an e. Rêkeftin di encama danûstandinên 2 salan di navbera serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hat îmzekirin. Naveroka daxuyaniyê ku ji 15 madeyan pêk tê, li Bexdayê bi beşdariya serokê îstifakirî yê Iraqê Sedam Husên, Serok Mele Mistefa Barzanî, Îdrîs Barzanî û şanda danûstandinan a her du aliyan hat ragihandin.

Xalên ku di Peymana 11ê Adarê de cih digirin:

1. Pirsgirêka Kurd jî wê di destûra demkî ya Iraqê de cih bigire.

2. Di Destûra Bingehîn de neteweya Kurd jî weke neteweya Ereb wê were naskirin.

3. Gelê Iraqê wê ji du neteweyên sereke, neteweyên Ereb û Kurd pêk were û mafên netewî yên Kurdan jî di çarçoveya yekparçeyiya Iraqê de, di destûrê de cih bigire.

4. Zimanê Kurdî li gel erebî dê bibe zimanê perwerdehiyê li piraniya herêmên Kurdî.

5. Wê cîgirê serok Kurd be.

6. Ji bo Kurdan otonomî bê dayîn.

7. Kurd wê beşdarî hikûmetê bibin û cudahî di navbera Kurd û Ereban de nebe.

8. Kurd ji ber ku berê hatibûn dersînorkirin di perwerdehiyê de zehmetiyan kişandin. Ji ber vê yekê wê plansaziyek ji bo çareserkirina pirsgirêkê were çêkirin.

9. Ji bo herêmên xweser wê serjimariyek bê kirin.

10. Xwendekarên ku li herêma ku lê dijîn ji ber şîdetê ji dibistanan hatin îxrackirin an jî neçar man dev ji xwendina xwe berdin wê karibin vegerin.

11. Girîngî wê bê dayîn ku bernameyên Kurdî di televîzyonên dewletê de bên weşandin.

12. Qebûlkirina xwendekarên Kurd ji bo zanîngeh û peymangehan; Wê firsend bê dayîn ku hem li welat hem jî li derveyî welat bi rêjeyek adil perwerdehiyê bistînin.

13. Rêveber û fermandarên yekîneyên îdarî yên ku piraniya wan Kurd in, wê Kurd bin yan jî kesên ku bi Kurdî baş diaxivin bin.

14. Kurd wê karibin vegerin ser ax, zevî û cihên xwe yên berê.

15. Bicihanîna yasaya çaksaziya çandiniyê li Kurdistanê bileztir bibe, pêwendiyên eşîrî bên çareserkirin û rêkkeftin bên kirin ku zeviyên guncaw ji bo hemû cotkaran bê dayîn.

Peymana 11ê Adara 1970yî ji bo Kurdistanê weke destkeftiyekê kete dîrokê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin