Îro 4ê Gulanê roja bîranîna qurbaniyên Komkujiya Dersîmê ye

Îro 4ê Gulanê roja bîranîna qurbaniyên Komkujiya Dersîmê ye

.

A+A-

Îro 4ê Gulanê roja bîranîna qurbaniyên Komkujiya Dersîmê ye ku yek ji wan komkujiyên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Kurdan hatiye encamdan. Piştî 85 salan hê jî çîrokên dilsot ên hovîtiya dema wê komkujiyê ji aliyê şahidên wê û xizmên qurbaniyan ve têne belavkirin, lê hikûmetên niha yên Tirkiyê xwe kerr û lal dikin û pênaseyê li wê komkujiyê nakin.

Biryara Komkujiya Dersîmê ya Bakurê Kurdistanê, 4ê Gulana 1937an piştî biryara hikûmeta Tirkiyê ya wê demê bi fermî hatiye dayîn û bi êrîşên artêşa Tirk bi deh hezaran Kurdên Dersîmê hatine kuştin û sirgunkirin.

Komkujiya Dersîmê ya plankirî ku bi hinceta serhildana bi rêbertiya Seyîd Riza 85 sal berê hatibû destpêkirin ku li gorî amarên nefermî di navbera 13– 40 hezar Kurd li Dersîmê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine kuştin û  li gorî hin çavkaniyan jî ew hejmar digihe heta 70 hezar kesan.

Herwiha bi wê operasyona hovane ya sala 1937an bi hezaran Kurdên Dersîmê ji warê xwe hatine derxistin û bo deverên din hatine sirgunkirin.

Seyîd Riza û hevalên wî jî di sala 1938an de ji aliyê Tirkiyê ve hatin darvekirin.

Her sal 4ê Gulanê qurbaniyên Komkujiya Dersîmê têne bibîranîn, lê tevî hemû hewldanan û daxwazên xizmên qurbaniyan jî bi fermî pênase li wê komkujiyê nehatiye kirin û xizmên qurbaniyan nehatine qerebûkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin