
Îraqê li ser xwefesixkirina PKKyê daxuyanî da
.
Wezareta Karên Derve ya Îraqê diyar kir ku biryara PKKyê dê bibe sedema pêdeçûna li hincetên hebûna hêzên biyanî li ser axa Îraqê.
Wezareta Karên Derve ya Îraqê eşkere kir ku ew biryara çekdanîn û xwefesixkirina PKKyê pêşwazî dike.
Wezareta eşkere kir ku ev biryar dê bibe destpêkek ji bo pêdeçûna li wan hincetan ku ji bo mana hêzên biyanî li ser axa Îraqê dihatin bikaranîn.
Wezareta Karên Derve ya Îraqê dibêje, biryara PKKê derfeteke rastîn diafirîne ji bo bipêşxistina hewlên aştiyê û bidawîanîna nakokiyan.
Wezaretê got, ”Em piştgiriyê didin hemû wan hewlan ku armanc jê bicihkirina aştî û aramiyê ye.
Dergeheke xwezayî ye ji bo pêdeçûna li wan hincet û bahaneyan ku gelek caran ji bo rewa nîşandana hebûna hêzên biyanî li ser axa Îraqê dihatin bikaranîn."
Wezaretê amaje bi wê yekê jî kiriye, piştgiriya hemû wan hewlan dike ku dibin sedema bicihkirina aştî û aramiyê û girîngiya çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê di rêya diyalog û hevtêgihiştinê de, bi rengekî ku daxwaza gelên herêmê ji bo asayiş û geşepêdanê pêk bihêne.
Piştî 41 salan ji xebata çekdarî, îro Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryar da ku xwe fesix bike û çekan deyne lê pêvajo hîn neketiye qonaxa pratîkî.
PKKyê biryarên kongreya 12an ku bi beşdariya 232 endaman pêk hatibû eşkere kirin.
Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin