Îraqê boriya petrolê ya Kerkûkê ceriband

Îraqê boriya petrolê ya Kerkûkê ceriband

.

A+A-

 Wezareta Petrolê ya Îraqê ji bo şandina petrolê ya di bendera petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê re ceribandek kir.

Di demeke nêzîk de dê ceribandina duyem jî were kirin û tê çaverêkirin heta 2 mehan petrol di wê xetê re were şandin.

Roja înê çavkaniyekî ji Wezareta Petrolê ya Îraqê ji Rûdawê re ragihand ku Wezaretê vê hefteyê şandina petrolê ceribandiye û 3 parzûngeh li ser xeta şandina petrolê hene.

Parzûngehek li Kerkûkê, yek li Bêjiyê û yek jî li Mûsilê ye.

Heman çavkaniyê di berdewamiyê de got:

“Dê di demeke nêzîk de ceribandina duyem bi rêya bikaranîna gazê were kirin. Ji sedî 100ê boriyê hatiye çêkirin, ceribandina yekem bê pirsgirêk bû.

Di demeke nêzîk de dê ceribandina duyem jî were kirin û di boriyê re petrol were şandin. Dê hemû kontrolên boriyê jî werin kirin.”

Roja 25ê Adarê Rûdawê di raporekê xwe de belav kiribû ku Wezarata Petrolê ya Îraqê zêdetirî 3 mehan e bi rêya tîmekê pispor boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê ji nû ve çalak dike ku petrolê careke din ji ser wê boriyê bişîne bendera Ceyhana Tirkiyeyê.

Boriya Petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê sala 2014an ji ber êrişên DAIŞê ku li bajarê Mûsilê borî hat teqandin ji kar ket.

Boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê ji 2 boriyên 40-46 înc pêk tê û di salên 1977-1978an de li dû hev hatine sazkirin.

Berê rojane 300 hezar bermîl petrol bi rêya wê xetê dihat şandin lê ji sala 2003yan ve rastî gelek êrişan hatiye.

Borî nêzîkî 970 kîlometreyî dirêj e û 660 kîlometre dikeve nav axa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û nêzîkî 310 kîlometreyan jî dikeve nava axa Îraq û Başûrê Kurdistanê.

Boriya petrolê beşek ji petrola bîrên Kerkûkê derbasî parêzgeha Nînowayê dike, ji wir jî derbasî parzûngehên Dihokê dike, piştre derbasî Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê û ji wir jî derbasî bazarên cîhanê dibe.

Bi biryara Dadgeha Tahkîmê ya Navneteweyî ya Parîsê, 25ê Adara 2023yan veguhastina petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ve hat rawestandin.

Ev biryar li ser gilîkirina Îraqê ya li dijî Tirkiyeyê hat dayîn.

Ji bilî petrola Herêma Kurdistanê, bi wê boriyê beşek ji petrola parzûngehên Kerkûka Başûrê Kurdistanê jî dihat şandin lê piştî biryara dadgehê, hinardekirina wê jî hatibû rawestandin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin