
Iraqê bersiva Îranê da!
.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuyaniyên Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekaî yên derbarê hilbijartinên Iraqê de red kirin û wan wekî "destwerdana eşkere û neqebûlkirî di karûbarên navxweyî yên Iraqê de" bi nav kir.
Li gorî medyaya Îranê, Berdevkê Wezareta Karên Derve Îsmaîl Bekaî di civîneke çapemeniyê de got, "Hilbijartinên Iraqê xaleke çarenûssaz in ku wê pêşeroja gelê Iraqê diyar bike."
Bekaî herwiha got, "Her destwerdana biyanî ji aliyê Tehran û welatên berpirsiyar ên herêmê ve tê redkirin. Destwerdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di karûbarên navxweyî yên welatên din de bandorek neyînî li ser aştî û aramiyê kiriye."
Wezareta Karên Derve ya Iraqê îro di daxuyaniyek nivîskî de bertek nîşanî van gotinan da û got:
"Ev daxuyanî wekî destwerdana eşkere û bê înkar di karûbarên navxweyî yên Iraqê de tê dîtin. Pêvajoya hilbijartinê mijarek bi tevahî neteweyî ye ku di bin îradeya gelê Iraqê û çavdêriya saziyên wê yên destûrî de tê meşandin."
Wezaretê tekez kir ku siyaseta derve ya Iraqê li ser prensîbên "rêzgirtina serweriya hevbeş û nedestwerdana di karûbarên navxweyî yên welatan de" hatiye avakirin.
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, "Parastina têkiliyên cîrantiya baş pêdivî bi pabendbûna hişk bi van prensîban û dûrketina ji her daxuyaniyên ku dikarin serweriya Iraqê têk bibin an jî destwerdana karûbarên navxweyî yên wê bin, heye."
Berdevkê Îranê Bekaî jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Îran "hêvî dike ku hilbijartinên Iraqê bi awayekî werin lidarxistin ku xizmeta berjewendiyên gelê Iraqê bike û ewlehiya herêmî xurt bike."
Lêbelê, rêveberiya Bexdayê îdia kir ku ev daxuyanî destwerdana nerasterast di pêvajoya hilbijartinê ya Iraqê de ne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin