
Îraq xwe ji bo kirîna pergala parastina asmanî amade dike: Gelo dê para Herêma Kurdistanê hebe?
.
Parlamentoya Îraqê pêşniyaryasayeke dinirxîne da ku pergala xwe ya parastina asmanî xurt bike.
Tê xwestin ku ji bo vê yekê pereyê yedek ê Îraqê yan jî xerciyên wezaretan ên îsal werin bikaranîn.
Her wiha ji bo dabînkirina vê pergalê dê bi şîrketên cîhanî re dan û standin werin kirin.
Li gorî biryarê xwendina yekem a vê pêşniyaryasayê îro di rûniştina Parlamentoya Îraqê de were kirin.
Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Îraqê Mazin Xerîb li ser mijarê ji Rûdawê re got:
"Beriya civîna parlamentoyê, dê komîteya me bicive û vê projeyasayê binirxîne."
Li aliyê din, endamê Kurd ê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Îraqê Mazin Xerîb ragihand ku di pêşniyaryasayê de para Herêma Kurdistanê nehatiye diyarkirin lê ew dê hewl bidin ku wê di yasayê de bi cih bikin.
Tora Medyayî ya Rûdawê kopiyeke vê projeyasayê bi dest xist.
Ev projeyasa ji 8 madeyan pêk tê û navê wê "Pêşniyaryasaya Fînansekirina Xurtkirina Pergala Parastina Asmanî ya Îraqê" ye.
Parastina asman û serweriya welêt
Wekî ku di naveroka wê de hatiye diyarkirin, armanca vê pêşniyaryasayê dabînkirina pereyê pêwîst e.
Ev pere dê ji bo peymanên kirîn, bipêşxistin, nûkirin, karkirin û çakkirina pergala parastina asmanî ya bipêşketî were bikaranîn.
Armanca sereke jî parastina asman û serweriya niştimanî ya welêt e.
Li gorî pêşniyaryasayê, heta niha nehatiye diyarkirin ka dê çi qas pere ji bo vê pêngavê were xerckirin û cihê wê vala hatiye hiştin.
Lê hat diyarkirin ku ev pere dê ji pereyê yedek ê Îraqê were terxankirin da ku pergala parastina asmanî were xurtkirin.
Pereyê yedek ê Îraqê heta hezîrana borî, tevî qewaleyên darayî yên Banka Navendî, nêzîkî 111 trilyon dînaran bû.
Heke hemû pereyê pêwîst ji pereyê yedek ê Îraqê neyê dabînkirin, çareseriyeke din hatiye dîtin.
Li gorî wê çareseriyê, dê ev kêmasî ji xerciyên karkirin û veberhênanê yên wezaretan ên sala 2026an were temamkirin.
Mazin Xerîb da zanîn ku divê ew mijarên ku pêbendiya wan a darayî heye, bi Wezareta Darayiyê ya Îraqê re werin gotûbêjkirin.
Bi şîrketên cîhanî re dan û standin
Hûrgiliyên xurtkirina vê pergala parastinê di pêşniyaryasayê de wiha hatine rêzkirin: Divê Wezîrê Parastinê komîteyeke ewlehî û teknîkî ava bike.
Ev komîte dê çavdêriya dan û standinên bi şîrketên cîhanî yên taybet bi parastina asmanî re bike.
Her wiha divê nûnerên Wezareta Karên Derve û Desteya Şêwirmendan a Lijneya Wezîran jî tevlî vê komîteyê bibin.
Pêşniyaryasa Wezareta Parastinê pêbend dike ku mehane raporekê bide Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoyê.
Ev rapor dê li ser qonaxên bicihkirina projeyê û pereyên ku tên xerckirin be. Dê ev xercî di bin kontrola Dîwana Çavdêriya Darayiyê de jî bin.
Di naveroka pêşniyaryasayê de hat gotin ku divê nehêniya hemû belge û zanyariyên taybet bi girêbest û dan û standinan bi tundî were parastin.
Gelo dê para Pêşmerge hebe?
Yek ji xalên balkêş ên pêşniyaryasayê ew e ku qet behsa para Wezareta Pêşmerge û Herêma Kurdistanê nehatiye kirin.
Mazin Xerîn li ser vê yekê ev tişt anîn zimên:
"Bêguman her mijara ku were Parlamentoyê, em reşnivîsa yasayê ji Herêma Kurdistanê û şêwirmendên xwe yên yasayî re dişînin.
Bi vî awayî em dixwazin bizanibin bê çi di berjewendiya Kurd û Herêma Kurdistanê de ye da ku em wê bi cih bikin."
Wî her wiha eşkere kir ku ew di xwendina duyem de dikarin wan madeyên ku ji bo Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê pêwîst in, bi cih bikin.
Fikra xurtkirinê çawa derket?
Ev pêşniyaryasa ji aliyê Fraksiyona Hiquqê ve hatiye pêşkêşkirin.
Ev fraksiyon baskê siyasî yê Ketaib Hizbulaha Îraqê ye ku yek ji komên çekdar ên nêzîkî Îranê ye.
Fikra xurtkirina pergala parastina asmanî ya Îraqê, di dema şerê 40 rojî yê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê de germ bû.
Bi taybetî ji ber ku her du aliyan Îraq wekî eniya şer bi kar anî, êrişî hevdû kirin û asmanê Îraqê ji bo van êrişan bi kar anîn.
Di pêşniyaryasayê de dema bicihkirina jî hatiye diyarkirin.
Ev qanûn dê piştî belavbûna wê ya di Rojnameya Weqaiyê El-Îraqiyeyê de yekser bikeve warê bicîkirinê.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin