Iraq û BPyê peyman çalak kir: Wê rojane 328 hezar bermîl petrol bê hilberandin

Iraq û BPyê peyman çalak kir: Wê rojane 328 hezar bermîl petrol bê hilberandin

.

A+A-

Wezareta Petrolê ya Iraqê peymana bi Kompanyaya BP ya Brîtanî re ji bo pêşxistina zeviyên petrol û gazê yên Kerkûkê çalak kir. Peyman îro 2yê Cotmehê bi serpereştiya Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî, di navbera Kompanyaya Petrolê ya Bakur, Kompanyaya Gazê ya Bakur û BP de hate îmzekirin.

Wezîr Ebdulxenî diyar kir ku ev yek ji peymanên girîng e ku armanca wê pêşxistina çar zeviyên sereke, wek Babagurgur, Avana, Cembûr, Bay Hesen û Xebaz e. Herwiha, ji bilî zêdekirina berhema petrolê, nûjenkirina tesîsên Kompanyaya Gazê ya Bakur jî girîng e da ku ji bo santralên elektrîkê sotemenî were peyda kirin.

Wezîrê Petrolê ragihand ku berhema destpêkê ya peymanê wekî 328 hezar bermîlên rojane hatiye destnîşankirin û her bermîleke zêde wê wekî pêvajoya pêşxistinê were hesibandin.

Bi vê peymanê re, ku beriya niha di 1ê Tebaxa 2024an de hatibû îmzekirin, hêvî heye ku hilberîna petrola xav zêde bibe û bi vê yekê rêjeya sûdwergirtina ji gaza pê re jî bilind bibe. Li gorî peymanê, dê bi serpereştiya 9 endezyarên Brîtanî û nêzîkî hezar karker û karmendên xwecihî, li 73 bîrên petrolê yên zeviyên Kerkûkê kar were kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin