Îraq û Amerîkayê 18 peyman îmze kirin

Îraq û Amerîkayê 18 peyman îmze kirin

.

A+A-

Ofîsa Serokwezîrtiya Îraqê ragihand ku li Washingtonê 18 peyman bi şîrketên Amerîkî re hatine îmzekirin.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku peyman bi amadebûna Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî hatin îmzekirin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî 15ê Nîsanê çû Amerîkayê.

Peymanên ku di navbera hikûmetan Îraq û Amerîkayê de hatine îmzekirin wiha ne:

1- Peymana hevkariyê ya di navbera Wezareta Elektrîkê û General Electric (GE) ya di warê pêşxistina sektora enerjiyê de.

2- Peymana hevkariyê ya di navbera Wezareta Petrolê û kompanyaya Honeywell de li ser pêşxistina planên stratejîk ên parzûngehên petrolê û gaza xwezayî.

3- Peymana hevkariyê ya di navbera Wezareta Petrolê û General Electric di warê pêşxistina qada petrolê û gaza xwezayî de.

4- Peymana hevkariyê ya di navbera Fona Geşepêdana Îraqê û kompanyaya MACKê ya makîne û alavan a di warê berhemanîna otomobîlên taybet de.

Peymanên hevkariyê yên ku sektora taybet a Îraqê bi şîrketên Amerîkî re îmze kirine jî wiha ne:

1- Peymana hevkariyê ya di navbera sektora taybet a Îraqê û kompanyaya Baxter Internationalê ya di warê madeyên şûştina gurçikan de.

2- Peymana hevkariyê ya di navbera sektora taybet a Îraqê û kompanyaya KBR ya Amerîkî de li ser bipêşxistina qadên petrolê.

3- Peymana hevkariyê ya di navbera sektora taybet a Îraqê û kompanyaya KBR a di warê hilanîn û şilkirina gaza xav de.

4- Peymana hevkariyê ya di navbera Bankaya Niştimanî ya Îraqê (NBI) û Kompanyaya Bipêşxistina Darayî ya Navneteweyî ya Amerîkî de.

5- Peymana ligel kompanyaya TransAtlantic Petroleumê ya di warê bipêşxistin û birêvebirina qadên petrolê de.

6- Peymana hevkariyê ya di navbera sektora taybet a Îraqê û kompanyaya Honeywella Amerîkî de di warê bipêşxistina qadên gaza xav û nehiştina şewitandina wan de.

7- Peymana hevkariyê ya di navbera sektora taybet a Îraqê û kompanyaya Honeywella Amerîkî de di warê xizmetguzariyên pêşdebirin, otomasyon, kontrola ji dûr ve û xizmetên kontrolê de.

8- Peymana hevkariyê ya di navbera sektora taybet a Îraqê û kompanyaya Baker Hughes ya Amerîkî de di warê bikaranîna çareseriyên zîrek, nehiştina şewitandina gazê, bipêşxistin û parastina parzûngehên petrolê de.

9- Peymana hevkariyê ya di navbera sektora taybet a Îraqê û kompanyaya Emersonê ya di warê teknolojî û otomasyona qadên petrolê de.

10- Peymana hevkariyê ya di navbera sektora taybet a Îraqê û kompanyaya GEyê ya di warê piştevaniya pîşesaziya petrolê de.

11- Peymana hevkariyê ya di navbera sektora taybet a Îraqê û kompanyaya Ark Energyê ya di warê berhemanîna gaza xav de.

12- Peymana hevkariyê ya di navbera sektora taybet a Îraqê û kompanyaya Emersonê ya di warê bipêşxistina enerjiyê û dabînkirina kelûpelan de.

13- Peymana hevkariyê ya di navbera sektora taybet a Îraqê û kompanyaya GEyê ya di warê dabînkirina kelûpelên ji bo hilanîna gazê di berhemanîna enerjiyê de.

14- Peymana di navbera sektora taybet a Îraqî û kompanyaya Honeywellê ya derbarê geşepêdan û parastina qadên petrolê û nehiştina şewata gazê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin