
Îraq: Tirkiyeyê ji bo peymanê pêşnûmayeke nû şand
.
Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku Tirkiyeyê ji bo nûkirina peymana boriya hinartina petrolê ya bi rêya Bendera Ceyhanê, pêşnûmayeke nû ji wan re şandiye.
Tirkiyeyê biryar daye ku peymana Xeta Boriya Petrola Xam a Îraq-Tirkiyeyê ya sala 1973yan ji sala 2026an pê ve bi dawî bike.
Çavkaniyekî ji Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyeyê nameyek ji wan re şandiye û tê de behsa daxwaza xwe ya ji bo nûkirina peymanê kiriye.
Li gorî Wezareta Petrolê ya Îraqê, her wiha pêşnûmayeke nû ya ji bo hevkariya di warê enerjiyê de pê ve girêdaye ku ji peymana berê berfirehtir e.
Li gorî Biryarnameya Serokkomariya Tirkiyeyê ya ku doh di Rojnameya Fermî de hat weşandin, peymana navborî û hemû protokol û lihevkirinên pê ve girêdayî, dê ji 27ê Tîrmeha 2026an pê ve bên betalkirin.
Pêşniyara hevkariya hatiye kirin
Bi gotina çavkaniya Wezareta Petrolê ya Îraqê, Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyeyê di wê pêşnûmayê de bi armanca firehkirina hevkariya di navbera her du welatan de, pêşniyara hevkariya di warên petrol, gaz, pîşesaziya petrokîmyayî û elektrîkê de kiriye.
Hinartina petrolê ji wê boriyê ji sala 2023an ve hatiye rawestandin ku petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bi rêya wê dihat hinartin.
Tirkiye û Îraq ji Tîrmeha 2024an ve dan û standina dikin
Çavkaniya Wezareta Petrolê ya Îraqê got:
"Hikûmeta Îraqê, bi nûnertiya Wezareta Petrolê û ji ber girîngîdana bi berdewamiya pêwendiyên aborî yên wî welatî re bi aliyê Tirkiyeyê re ji Tîrmeha 2024an ve dan û standinan ji bo dirêjkirina peymanê dike."
Di navbera Tirkiye û Îraqê de ji bo nûkirina peymana boriya hinartina petrolê û protokolên pêwendîdar û dirêjkirina wê ji bo dema 15 salan, peymaneke sererastkirî 19ê Îlona 2010an hatibû îmzekirin.
Heman çavkaniyê her wiha got, "Wezareta Petrolê niha pêdaçûnê li ser wê pêşnûmaya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye şandin dike da ku bigihîje formuleke ku di berjewendiya her du welatan de be."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin