
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
.
Wezareta Kar û Bar a Îraqê mehane meaş dide 2 hezar û 300 jinên Kurd ên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne.
Birêvebira Kar û Barên Rizgarkiriyên Êzidî ya Wezareta Kar û Bar a Îraqê Serab Îlyasê diyar kir ku heta niha zêdetirî 2 hezar û 300 jin û keçên Kurd ên Êzidî meaş werdigirin.
Serab Îlyasê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew jin û keçên Kurd ên Êzidî di çarçoveya Yasaya Hejmara 8an a Jinên Rizgarbûyî yên Êzidî de meaş werdigirin.
Parlamentoya Îraqê Yasaya Hejmara 8an a Jinên Rizgarbûyî yên Êzidî pejirand.
Li gorî yasayê, divê hemû rizgarbûyiyên destê DAIŞê bên qerebûkirin (tezmînatê wergirin).
Serab Îlyasê eşkere kir ku ew jinên rizgarbûyî yên destê DAIŞê meaşê wan ê mehane 800 hezar dînar e.
DAIŞê di 3yê Tebaxê 2014an de êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin û 6 hezar û 417 kes revandin.
Heta niha zêdetirî 3 hezar û 580 Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin.
Li gorî gotina Serab Îlyasê her jin û keça Kurd a Êzidî li her welatî be, ew dikare daxwaza wergirtina meaş pêşkêşî hikûmetê bike.
Di vê çarçoveyê de 150 kesî daxwaziya xwe pêşkêş kiriye û heta niha bi 120 kesî re hevdîtin hatiye kirin
Dadgeha Temyîzê ya Nînowayê hevdîtinan dike
12ê Kanûna Pêşîn a 2024an, cara yekem bi rêya vîdeo konferansê ji Nînowayê hevdîtin bi jin û keçên Êzidî re hatiye kirin ku li derveyî welat in.
Pêvajo bi Serokatiya Dadgeha Temyîzê ya Nînowayê/Dadgeha Lêkolînan a Elqoşê û bi hevahengî bi Wezareta Karên Derve ya Îraqê/Birêveberiya Mafên Mirovan re tê birêvebirin da ku hêsanî ji bo wan jinên Kurd ên Êzidî yên ku li derveyî welat dijîn were kirin.
Her hefte roja pêncşemê dadgerek li Elqoşê bi rêya vîdeo konferansê bi jinên Êzidî re hevdîtinan pêk tîne ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bûne û niha li derveyî welat dijîn.
Hevdîtin li Almanya û Fransayê tên kirin
Hevdîtin li konsulxane û balyozxaneyên Îraqê yên li Almanya û Fransayê tên kirin.
Ji ber ku beşeke mezin a Êzidiyan li Almanyayê dijîn, hevdîtinên wan li Balyozxaneya Îraqê ya Berlînê, Konsolxaneya Îraqê ya Frankfurtê tên sazkirin.
Her wiha li Fransayê jî li Balyozxaeya Îraqê ya Parîsê hevdîtin tên kirin.
Serab Îlyasê her wiha ragihand ku dadger her pêncşemê dikare bi 3 heta 5 kesan re hevdîtinan pêk bîne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin