Iraq: Bila Tirkiye hêzên xwe vekişîne

Iraq: Bila Tirkiye hêzên xwe vekişîne

.

A+A-

Encûmena Ewlekariya Netewî ya Iraqê biryar standiye ku balyozê xwe yê li Tirkiyeyê bi şûn de bikişîne. 

Piştî ku duh Hêzên Leşkerî yên Tirkan (TSK) li Gundê Perexê ya Zaxoyê ya Herêma Kurdistanê bombebaran kir û di encamê de 9 sivîl mirin û 31 jê jî birîndar bûn, Encûmena Ewlekariya Netewî ya Iraqê civiya.

Encûmenê piştî civîna ku bi serpereştiya Serokwezîr Mistefa Kazimî de pêk hatiye, daxuyaniyek weşandiye. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku bila hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ji tevahiya xaka Iraqê derkeve. Her weha Encûmenê bang li Wezareta Karên Derve ya Iraqê kiriye da ku balyozê xwe yê li Tirkiyeyê bi şûn de bikişîne.

Wê giliyê Tirkiyeyê bikin 

Di civînê de 8 xal hatine diyarkirin ku ew ev in:

* Encûmena Ewlekariyê Wezareta Karên Derve erkdar kir ku dosyeya derbarê êrişên Tirkiye yên li ser serweriya Iraqê û ewlehiya Iraqê de amade bike. Bilez van dosyayan radestî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bike. 

* Wê Wezareta Karên Derve ya Iraqê bang li balyozê Tirkiye yê Iraqê bike û wî derbarê cezayan de agahdar bike.

* Anîna berpirsê karûbarên Iraqê yê li Enqere ji bo şêwirînê û şandine balyozê nû yê Tirkiyeyê.

* Erkdarkirina fermandarê operasyonên hevbeş ji bo pêşkêşkirina raporek li ser rewşa sinorê Iraq-Tirkiyeyê.

* Lêkolîna derbarê rewşa qurbaniyên êrişê û malbatên şehîdan û her wiha tanzîmata wan de.

* Wê li gel hikûmeta herêmê hemahengî çêbe ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinan û girtina tedbîrên çarenûsaz.

* Daxwaz ji Tirkiye dikin ku bi awayek fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe yên leşkerî ji tevayî xaka Iraqê derxîne. 

* Encûmena Ewlekariyê careke din dubare dike ku nabe xaka Iraqê bibe qada êrişên li ser welatan û safîkirina hesaban. Her wiha bi tundî hebûna her rêxistinek terorîst yan grubek çekdar li ser xaka Iraqê red dike.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê: Tirkiyeyê topbaran kiriye

Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê Fûaad Husên bi fermana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimiyî ve duh çûye gundê Perexê ku bombebaran li wir bûbû.

Husênî li vir pirsên rojnamegeran bersivandiye û gotiye ku “Ev êrîşek cidî û vekiriye li dijî gelê Iraqê. Topavêjên tirkan, ev gundê geştiyariyê yê aram bombebaran kirin. Bi çar guleyên topan gund kirin hedef. Di êrîşê de 9 welatiyên me şehîd ketin, zarok jî di nav de 31 kes jî birîndar bûn.”

Husênî di dewama axavtina xwe de gotiye: “Tirkiye û PKK pevçûnên xwe yên navxeyî tînin nav xaka Herêma Kurdistanê. Tirkiye divê operasyonên xwe yên leşkerî li Iraqê bidawî bike, lêborînê ji gelê Iraqê bixwaze û tazmînatê bide malbatên şehîd û birîndaran. Eşkere bû ku şerê dewleta Tirk ne li gel PKK’ê ye. Tirkiye bi dehan gundên Kurdistana Iraqê dagirkiriye û xelkê sivîl dikûje.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin