
Îranê dîsa Kurdek îdam kir
.
A+A-
Girtiyekî Kurd ê bi navê Rehman Elî Ekberî li Zîndana Dîzilavayê ya Kirmaşanê hat bidarvekirin.
Rehman Elî Ekberî bi tohmeta “madeyên hişbir” bi îdamê hatibû mehkûmkirin.
Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, Rehman Elî vê berbangê hatiye bidarvekirin.
Rehman Elî Ekberî 35 salî bû xelkê gundê Engezê yê parêzgeha Kirmaşanê bû.
Ev girtiyê Kurd, 5 sal berê bi tohmetên girêdayî madeyên hişber hatibû desteserkirin.
Ew paşê ji aliyê sîstema dadwerî ya Îranê ve bi cezayê bidarvekirinê hatibû mehkûmkirin.
Li gorî amarên ku Navenda Amar û Belgeyan a Hengawê tomar kirine, tenê di meha tebaxa îsal de li zîndanên Îranê herî kêm 152 girtî hatine bidarvekirin ku 24 ji wan Kurd bûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin