Îranê destûr neda ku derhêner Mensûr Kerîmeyan bê definkirin

Îranê destûr neda ku derhêner Mensûr Kerîmeyan bê definkirin

.

A+A-

Ji ber ku hêzên rejîmê yên Îranê nehiştiye derhêner Mensûr Kerîmeyan li Sinê were definkirin, wê li Silêmaniyê merasîma cenazeyê wî pêk bê.

Kerîmyan ku bi eslê xwe Kurdê bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, demeke dirêj bû ji bo çêkirina filman li Rojavayê Kurdistanê dima.

Hêzên Tirkiyeyê 25ê Kanûna Pêşîn bi dronan êrişî bajarokê Swediyê yê Dêrikê kiribû.

Di encama êrişê de, derhênerê ji bajarê Sîneyê Mansûr Karîmyan canê xwe ji dest dabû.

Piştre cenazeyê Kerîmyan ji Rojavayê Kurdistanê anîbûn Başûrê Kurdistanê da ku derbasî Rojhilatê Kurdistanê bikin û li bajarê Sineyê were veşartin.

Lê desthilata Îranê rê neda ku cenazeyê derhênerê Kurd derbas bibe.

Ji ber wê yekê, cenazeyê Kerîmyan dê 7ê vê mehê li Silêmaniyê were veşartin.

Mansûr Kerîmyan kî ye?

Mansur Kerîmyan sala 1984an li bajarê Sîneyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Kerîmyan 20 sal in bi sînemayê re mijûl dibû.

Lîstikvan û derhênerê Kurd di filmên dirêj ên wekî “Bexteweran”, “Kirêçiyekan”, “Keylan”, “El-Kadud le Bexda”, “Tava Sor û Evîna Kurd” û di kurtefilmên wekî “B+” û “Firîna Masiyekan” de lîstiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin