
Îranê 6 Kes bi tometa "peywendiya bi Îsraîlê re" bidarve kirin
.
Dadweriya Îranê di daxuyaniyekê de eşkere kir: "Piştî temamkirina hemû rêkarên yasayî û wergirtina pesendkirina Dadgeha Bilind, berbangê îro 4ê Cotmehê, cezayê bidarvekirinê li ser şeş 'terorîstên cudaxwaz' ku di salên borî de bi rêya zincîreyek operasyonên çekdarî û bombebaranê ewlehiya parêzgeha Xuzistanê kiribûn armanc, hate cîbicîkirin."
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, "ev tor rasterast di kuştina hejmarek endamên hêzên ewlekariya navxweyî û Pasdaran de cih girtiye," ku di nav wan de navên Ellanezer Seferî, Mihemed Reza Refî' Neseb, Elî Salih Mecd û Yûnis Behr hene.
Dadweriyê ragihand, kesên hatine mehkûmkirin, "li xwe mikur hatine ku çalakiyên têkderane plan kirine û pêk anîne, wekî çêkirin û danîna teqemeniyan, teqandina stasyoneke gazê li Xuremşehrê, êrişên çekdarî li ser bankan, avêtina narincokên destan bo navendeke serbazî û gulebarankirina mizgeftan."
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev tor, ji bilî ku "roleke sereke di operasyonên terorîstî de lîstiye, bi Îsraîlê re di nava peywendiyê de bûye û piştgirî ji aliyên biyanî wergirtiye."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin